Bi navê cenabê Serok Barzanî û cenabê Serokê Herêma Kurdistanê û cenabê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û hemû xelkê Kurdistanê ve bi we radigihînim ku dilê hemûyan li gel we ye. Karesateke gelek nexweş û mezine û pêş rûdana vê karesatê me herdem li roja damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve me hewl daye ji bo xizmetkirina we em xwe bigihînin Efrînê, gelek kes jî li virin şahîdiyê ji bo wê didin ku me heta çi astekê hewl daye xwe bigihînin we, lê belê qeder wiha kir, em nekaribin wê armanca xwe ya ji bo xizmetkirina xelkê Efrînê pêkbînîn. Me li her rêyek ve, li rêya UNHCR û her rêxistineke navdewletî ve me hewl da ji bo wê mebestê, îro divê spasî dewleta Tirkiye bikîn ku birastî arîkar bûn û karhêsaniyê kir ji bo ku em xwe bigihînin we. Li yekem xûlekên rûdana vê karesatê da cenabê Serokê Herêma Kurdistanê me raspard ku bi lez xizmeta we bikîn. Ji bo me jî gelek girîng bû ku pêş hemuyan destpêxeriyê bikîn û xizmeta we bikîn.
Em bi armanca xwe gihîştîn û ji vir ji we re dibêjîn ku em hemû kesukarên hevdû ne. Cihê wê ye spasî Îdareya Efrînê bikîn ku sozê bi me dane ku em Nivîsîngeha xwe li vir vekîn. Her kesek pêwîstî bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hebê, xwediyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye û hûnên azîz jî xwediyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanîne. Em hatîne xizmeta we bikîn û bibîn pirek li navbera êş û azarên we û ew hemû birêzên ku dixwazin arîkariya we bikin û hemu pêkve bikarin heta radeyek birînên we bipêçîn.
Hêvîdarim em wê rojê jî bibînîn ku careke din li vir pêkve kom bibîn û dilê we bi xweşî bibînîn û dilê Efrînê jî şad bikîn. Silav li bûka Kurdistanê li Efrîna xweşik û ji vir jî careke din silavên cenabê Serok Barzanî bi hemû xelkê resenê Efrînê bi hemû pêkhatên neteweyî Ereb û Kurd û pêkhatên olî misilman û mesîhî û mezhebên din digihînîn. Em tu cûdahiyek li navbera wan nakîn. Hemû xelkê azîzin ji bo me û ewê ji destê me, em kêmasiyê nakîn.
Em divê biçîn û li gel hevkarên xwe li helmeta hawarçûnê berdewam bîn, lê belê tîmeke me li vir (Efrîn)ê dimînin û li xizmeta we da dibin. Ew hevkariya me aniye li beranber wê êş û karesata li ser we yên azîz da hatiye, gelek kême û em li gihandina karwanên dinê hevkariyê betanî û kon û pêdiviyên din da berdewam dibîn. Eger nivîsîngeha me jî li Efrînê bê, wê demê em dikarin gelek xizmetên din de jî arîkariya we yên azîz bikîn.