Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo bi hanaveçûna ziyanberketiyên rûdana erdheja li Rojava û Bakûrê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriye, destxweşiyê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dike û piştevaniya li karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dûpat kir.
Di dema serdana navçeyên ziyanberketiyên Tirkiye, Serokê Herêma Kurdistanê li gel Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di destpêkê de serdana Binkeya Damezraweya Serokayetiya Birêvebirina Karesat û Rewşên ji Nişkave ya Tirkî (Afad) ya li parêzgarê Dîlok (Gazîantep) kir û li gel parêzger û birêveberên desteya rûbirûbûna karesat û bi hanaveçûna Tirkiye (Afad) û berpirsên dinê bajar civiya. Piştî li rêkefta 14/02/2023 li civîneke rojnamevaniyê da ragihand: Em hatîn peyama sersaxiya Serok Barzanî û hemû xelkê Herêma Kurdistanê bi qurbaniyên erdhejê û hemû xelkê Tirkiye bigihînin”. Her wiha got: “Wekî bersîvek ji bo hevkarî û bi hanaveçûna Tirkiye di demên nexweş de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tîmên xwe şandiye wî welatî û hevkariya ziyanberketiyan dike”, Spasî sazî û damezraweyên Hikumeta Herêma Kurdistanê jî kir ji bo bi hanaveçûna lêqewimiyan.
Serokê Herêma Kurdistanê li civîna rojnamevaniyê de spasiyeke taybetî li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û got: “Ez dixwazim bi taybet spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Musa Ehmed Serokê Dezgehê bikim, ji bo bi lez bi hanaveçûna lêqewimiyên erdhejê”.
Serokê Herêma Kurdistanê, paşê serdana tîmên bi hanaveçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û tîmên dinê hevkariya Hikumeta Herêma Kurdistanê kir li navçeya (Îslahiye û Nurdag) ya ser bi Dîlokê, di dema serdana nav tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, destxweşî û spasî tîma bi hanaveçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û got: “Ez dixwazim her bi vê helkeftê û bi hatina xwe ya wargeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku li vir hemahengiyê dike ji bo wan hevkariyên li Herêma Kurdistanê ve têne şandin, spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Kak Musa Ehmed bikim. Spasî Dezgehên Hikumeta Herêma Kurdistanê dikim, Wezareta Tendirustî, Wezareta Navxo û Bergiriya Şaristanî, kompanyayên kerta taybet, Heyva Sora Iraqî. Îro hatime ji wan re bibêjim ku we serê me bilind kiriye û destxweşiyekî germ li hemûyan dikîn û bi hêviya xwedê ewê ku li şiyana me de bê, ji bo wan kesên rûbirûyê van karesatan bûne, kêmasiyê nakîn. Xwedê arîkar bê û her serkeftî bin”.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê bi lez bi hanaveçûna tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo ziyanberketiyên erdhejê, tekez li wê yekê kir ku “Ewê li şiyana me da bê, çi ji bo Tirkiye û çi ji bo Sûriye, encam didîn. Cihê destxweşiyê ye û spasî sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Zaxo û Dihok û Hewlêr û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn, ji ber ku ew rêkxistin û disîplîna wan heye, sedema serekî bû ji bo vê amadekariyê. Em cîran û hevsûyê Tirkiyê ne û xemgîn bûyîn bi wan karesatên li vir rû da û ew karê ku ewan encam dane, bi dil encam dane. Bêguman hevkarî jî berdewam dibin”.
Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê hevkariyan û berdewamiya hevkariyên ji bo Tirkiye û Sûriye ragihand: “Ev pirs pirseke mirovayetiyê ye, em hemû birayê hevin, çi Tirk û çi Kurd û her ol û mezhebek, em hemû birayê hevdû ne, dema birayetî hebê, pêwîste di demên teng da hûn arîkariya me bikin, ku we jî pêwîstî çêbû, em hevkariya we bikin, arîkariya me arîkariya birayetiyê ye”.