Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya LDS, rêkefta 14/02/2023 li her du wargehên Basirme û Quştepe ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê, du xulên hişyariyê di derbarê nexweşiya derûnî û rêgiriyên tûşbûna wan nexweşiyan vekir.
Li wargeha Basirme 13 jin û li wargeha Quştepe 16 jin li wan çalakiyan sûdmend bûn.
Hêjayî gotinêye mamostayên wan cûre xulan tekez li wê yekê dikin ku rewşa derûniya koçber û penaberan û nîştecihên wargehan, zêdetirê ji xelkê asayî li bin jêr guvaşê daye, ji bo wê yekê bi pêwîst dizanîn wê rewşa wan ya hestiyar li ber çav bigrîn û rênimayî û rêkarên guncaw ji bo wan bê destnîşan kirin.
Vekirina du xulên hişyariyê di derbarê nexweşiya derûnî li wargehên Basirme û Quştepe
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest