Xelatkirina xwendekarên pileya yekem li wargeha Dîbege

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya LDS, rêkefta 15.02.2023 li wargeha Dîbege – tixûbê parêzgeha Hewlêrê, bi amadebûna birêveberê kargêriya wargehê û mamostayan, hejmarek ji xwendekaran bi helkefta derçûna wan li taqîkirina nîvê salê bi pileya yekem xelat kir. Li vê çalakiyê de 20 xwendekarên kur sûdmend bûn.
Barzaniyê nemir kerem dike: “Çekê zanist bikin ser milê xwe û hemû şiyaneke xwe bixin kar ji bo rizgarkirina gelê xwe ji nexwendewariyê”. Her li vî warî de kerta perwerde yek ji kertên girîngên plana karkirina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye û salane çendîn çalakiyên girîng ji bo pêşketin û xizmetkirin û palpiştiya vê kertê têne encamdan.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest