Li ser raspardeya rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, roja dûşemê rêkefta 06.02.2023 tîmên Hawarçûn û karwana hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo bi hanaveçûna ziyanberketiyên erdhejê, ber bi welatê Tirkiye birêketin.
Piştî rûdana erdheja li Tirkiye û Sûriye, tîmêke şarezaya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warê hawarçûnê ku çendîn xulên rizgarkirina lêqewimiyên karesata erdhejê dîtine, her wiha bi hemû pêdiviyên pizîşkî ve ji bo bi hanaveçûna lêqewimiyên vê rûdanê, gihîştin Tirkiye.
Yekem karwana hawarçûnê ku ji 15 otombêl û 50 karmendên şareza yên li warên hawarçûna seretayî û rizgarkirinê pêkhatibûn, ji komelgeha Navdewletiya Îbrahîm Xelîl ve xwe gihandin Tirkiye.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel Wezareta Tendirustî û Navenda Hevbeşa Hemahengiya Qeyranan (JCC) û aliyên peywendîdarên din vê helmetê destpêkirine.
Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo bi hanaveçûna lêqewimiyên erdheja Sûriye û Rojavaya Kurdistanê jî wan amadebaşiyeke tevahî heye û niha mijulî temamkirina rêkarên kargêrîne ji bo derbasbûna ji xalên tixûbiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê bo ku bi hemû şiyanek ve bi hanaya lêqewimiyên vê karesatê biçin.
Li gor zanyariyan hejmara qurbaniyên erdheja Tirkiye zêdetirê 1500 kes bune. 2.800 avahî û xanî jî rûxane.
Wezareta Tendirustiya Sûriye jî ragihandiye, ji ber erdhejê 960 kes canê xwe ji dest dane û 2.400 kes jî birîndarin.