Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), rêkefta 19/02/2023 li Navenda Rewşenbîriya Osman Sebrî li wargeha Quştepe – tixûbê parêzgeha Hewlêrê, semînareke fêrkarî ya di derbarê çawayiya sûdwergirtina demê ji bo hejmarek ji zarokên wargehê pêşkêş kir.
Li vê çalakiyê de 17 zarok sûdmend bûn.
Her li heman rojê li Navenda Rewşenbîrî û Civakiya Qedrî Can li wargeha Dareşekran, bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya LDS pêşbirkêya rewşenbîrî û zanyarî (pirsyar û bersîv) ji bo xwendekarên pola 12 ya bingehîn hate rêkxistin. Hejmara sûdmendan 10 keç û 4 kur bûn û diyariyan pêşkêşî kesên serkeftî kirin.