Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, li derwazeya bajarê Hewlêrê pêşwaziya li tîmên Hawarçûna Herêma Kurdistanê kir, ku di destpêka karesata erdhejê ve bi mebesta hawarçûn û bi hanaveçûn û gihandina alîkarî û hevkariya lêqewimiyan, xwe gihandin Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriye.
Roja yekşema rêkefta 19/02/2023, Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê li derwazeya bajarê Hewlêrê (rêya Dihok – Hewlêr), pêşwaziya tîmên Hawarçûna Herêma Kurdistanê kir ku di destpêka karesata erdhejê bi mebesta hawarçûn û bi hanaveçûn û gihandina alîkarî û hevkariyan çûbûn Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriye, bi germî bi xêrhatina wan kir û destê yek bi yekên wan givaşt û spasiya wan kir.
Naveroka gotara Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê li rêwresma pêşwazîkirina vegerana tîmên hawarçûna Herêma Kurdistanê ji bo lêqewimiyên erdheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriye:
Bi navê xelkê Herêma Kurdistanê dixwazim ji vir bi xêrhatineke germ wan xûşk û birayên xweşdivî bikim ku li roja yekem ku erdhej li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û cihên dinên Tirkiye û Sûriye rûda, bi hanaya wê xelkê lêqewimî ve çûn ku tîmên me pêkhatibûn ji tîma bi hanaçûna bi lez ya li Wezareta Navxwe, tîma Hawarçûna Tendirustî li Wezareta Tendirustî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û leqa Hewlêr ya Heyva Sora Iraqê.
Bêguman wekî yekem tîma hawarçûnê gihîştin wî xelkî lêqewimî, mixabin gelek kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî li bin xanî û avahiyên rûxayî da mabûn, we karî hûn bigihin wir û destê yarmetiyê ji bo wan dirêjbikin.
Birastî we serê me bilind kir û em şanaziyê bi we dikîn, destxweşiyê li we dikîn û bi xêrhatineke germ li we hemûyan dikîn, bi hêviya xwedê xwedê xêra we binivîse û ewê we kir, we dûpat kir ku em xelkekî xêrxwaz û aştîxwazîn û ewê bi me bê kirin, destê yarmetiyê ji bo xûşk û birayên me li her kuderê cîhanê bin, dirêj dikîn. Her wiha her kesek û her Kurdekî xwedî wîjdan li her kuderê cîhanê bê, serê wî bi we bilinde û şanaziyê bi we dike.
Ez hatim bo ku destxweşiyê li we bikim, spasiya we bikim û bi xêrhatina we bikim û ji we re bibêjim, em berdewam dibîn li wê yekê ku destê yarmetiyê dirêj bikîn ji bo her keseke lêqewimî ku bi me bê kirin, li her cîhek bê.
Em gelek car ketîne rewşeke wiha ku me pêwîstî bi yarmetiya xelkê din hebûye, ku dergehê ji bo ve vekirine, dizanîn ku çend xêreke mezine û niha jî ku em dikarîn vê yarmetiyê bigihînin bi xelkê lêqewimî, dûbare eve nîşana ewe digihîne, eger bi me bê kirin û li şiyana me da bê, em tu demekê başiya hîç aliyek ji bîr nakîn û herdem dil û mejî û ruhê me li gel wan kesane ku lêqewimîne û pêwîstiya wan bi yarmetiya me heye.
Ez carekî din destxweşiyê li we dikim û dizanim tîmên we hinek mane li Tirkiye û Sûriye, bi taybetî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku li hewla dirustkirina hinek wargeh û gihandina yarmetiyên zêdetirin. Her wiha ew hemû roja tîmên hawarçûnê li wir bûn, we kariye xelkekî zêde rizgar bikin ku eve cihê destxweşiyê ye û berpirsên wan welatan jî rêz û pêzanînên wan ji bo we hebu û pêzanînên xwe bi me gihandiye, bi fermî jî behsa ewe kirine ku hûn wekî yekem tîma hawarçûnê û xizmetguzar gihîştine wan cihên ku pêwîstiya wan bi hevkariyên we hebûye
Ji bo wê yekê carekî din bi navê hemû xelkê Kurdistanê dixwazim destxweşiyê li we bikim û bi xêrhatinekî germ li we bikim û herdem serkeftî bin û tendirust bin. Dizanim çend kesek ji we hinek êş û azar ber wan ketiye û hûn jî her selamet bin, spasiya we dikim, gelek gelek bi xêrbên.
Ez zêdetir we nawestînim, her bi xwe westiyane, demeke dirêje hûn li rê ne û hinek ji we jî rêya we dûre û divê vegerin malê, ji bo wê yekê zêdetir dema we nagrim û her serkeftî û serbilind bin, ewê ji destê me jî bê ji bo piştgîriya we berdewam dibîn, gelek spas.