Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi helkefta roja cîhanî ya dadperweriya civakî, rêkefta 20/02/2023 li wargeha Quştepe (Navenda Rewşenbîriya Osman Sebrî) gotareke şîrovekariyê ji bo jinan di derbarê dadperweriya civakî pêşkêş kir. Li vê çalakiyê de 20 jin sûdmend bûn.
Rêkefta 21/02/2023 li wargehên Quştepe û Dareşekran, bi helkefta roja cîhanî ya zimanê dayikê, semînerek ji bo zarokan di derbarê pêver û girîngîdana zimanê dayikê û roja cîhanî ya vê helkeftê, hejmara sûdmendbûyan li wargeha Quştepe 10 kur û 20 keç û li wargeha Dareşekran 25 kur û 25 keç bûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêkefta 20/02/2023 bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya LDS li wargeha Dîbege (Navenda Helebçeyê Şehîd), xuleke fêrbûna şîremenî û hevîrkariyê ji bo jinan vekir. Li vê çalakiyê de 12 jin sûdmend bûn.
Heman rojê li wargeha Dîbege bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya LDS xuleke fêrkariya dirûtinê ji bo jinan hate vekirin û 11 jin li wê çalakiyê sûdmend bûn.
Heman demê de li wargeha Basirme bi hevkariya heman Dezgeha Xêrxwaziyê xuleke pîşeyî taybet bi fêrkirina çinîna xuriyan ji bo jinên bê hevjîn hate vekirin, li vê çalakiyê jî 13 jin sûdmend bûn.
Encamdana çendîn xul û semînerên jiyanewanî li wargehên Hewlêrê
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest