Helmetên hawarçûnên (BCF) li Tirkiye û Sûriye berdewame

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî(BCF), her li roja rûdana karesatbarê erdhejên li Bakûr û Rojavayê Kurdistan û Tirkiye û Sûriye (06/02/2023), tîmên hawarçûnên xwe xistin amadebaşiyê û bi lez şandin cihên rûdanê.
Li destpêka helmeta hawarçûna tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê da, ji bilî dabînkirina xorekê, ciluberg, amêrên germkirinê û kon ji bo lêqewimiyên erdhejê, karmendên pîsporên pizîşkî û derman jî ji bo çareseriya birîndaran dabîn kirin.
Heman demê de saziya karesat û rewşêm ji nişka ve li Tirkiye (Afad), hêsankariyê ji bo tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir, bo ku bi hana qurbaniyên erdheja Rojavayê Kurdistanê ve jî biçin û li wir jî bikarin zêdetir hevkariyê lêqewimiyan bigîhinin û li gihandina peyama mirovayetî û xizmetkirinê berdewam bin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yekemîn rêxistina cîhanî bû, hevkariyê bi bajarê Efrînê gihand. Ji bilî li hawarçûn û xizmetguzariya ji bo ziyanberketiyên erhejê û pêşkêşkirina xwarin û danên xwarina germ, zêdetirê 500 kon li rêya muxtarên gundan ve ji bo xelkê lêqewimiya gundên ser bi Efrînê dabîn kir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêkefta 22/02/2023 li Semsûrê wargehek ji bo malbatên ziyanberketiyên erdhejê avakir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di demeke ji yek heyvê kêmtir de van xizmetguzariyan li (Diyarbekir, Meletî, Rifa, Gimgim, Semsûr, Dîlok, Edene û Efrîn)ê pêşkêş kiriye:
Danên xwarina germ: 95.000
Xwarina hişk: 20.472
Xwarina bi lez: 20.855
Kon: 3.912
Sopa: 9.055
Xelûz (rejû): 27.000 kîlo
Pereyê kaş: 500.000 Euro
Ciluberg : 6.808
Şîrê zarokan: 8.495
Seta avê: 47.220
Betanî û doşek: 43.684
Amêrên bînasaziyê: 100
Derman ji bo nexweşxaneya Efrîn: 4.000 kîlo
Hevkarî û çareseriyên pizîşkî: 6.310
Hejmara malbatên sûdmend: 194.656 û li her ji van bajaran bi vî awayî buye:
Diyarbekir: 35.410
Meletî: 6.580
Riha: 9.070
Mereş: 48.756
Dîlok:35.440
Edene: 9.000
Efrîn: 25.149
Semsûr: 25.251

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest