Bilind ragirtina salvegera koça dawî ya Barzaniyê Nemir li wargehan

Rêkefta 01/03/2023 li wargehên (Basirme, Dîbege, Quştepe û Kevirgosk) li tixûbê parêzgeha Hewlêrê, 44. salvegera koça dawî ya Barzaniyê Nemir bilind hate ragirtin.
Li vê rêwresmê da ku ji bilî li kargêran û nîştecihên wargehan, karmendên asayîş, polîs, rêxistin, kargêriya xwendingehê li gel kedkar û karmendan çendîn kesayetiyan beşdar bûn, di destpêkê de bi xulekek rawestana ji bo giyanê pakê Barzaniyê Nemir û hemû şehîdên Kurdistanê, rêwresm destpê kir.
Paşê komek helbest hatin xwendin ku balkişandibûn bi taybetmendî û gotinên Barzaniyê Nemir, li beşa dawî ya rêwresman de jî fîlmeke dokumenterî di derbarê jiyan û xebata Barzaniyê Nemir hate nîşandan.
Mela Mistefa kurê Şêx Mihemed kurî Şêx Abdulselam Barzanî, li 14ê Adara sala 1903 li Barzan ji dayik buye û li 1ê Adara 1979 li temena 76 salî da li nexweşxaneya George Town, li Washingtona paytexta Amerîka koça dawî kir.
Mela Mistefa Barzanî, rêberê mezintirîn şoreşa dîrokiya rizgarîxwaza xelkê Kurdistane û tevahiya jiyana xwe jî ji bo şoreş û xebata bi navê desteberkirina mafên gelê Kurd terxan kir.
Barzaniyê Nemir li tevahiya temena xwe da li daxwazkirina mafên xelk û xebata ji bo pêkanîna daxwazên neteweyî de kar kiriye, hemû temena xwe jî ji bo mirovayetî û xizmeta jîngeh û dakokiya li mafê jinan û parastina netewe û girîngîdana bi pêkve jiyanê ve terxan kiriye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest