Serok Barzanî 15. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li Hewlêrê vekir, BCF jî bi komek pertûkan têda beşdariyê kir

Serok Mesûd Barzanî bi amadebûna hejmarek kesayetî û edîb û siyasetmedarên Kurdistanî û biyanî roja çarşemê rêkefta 08.03.2023 15. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li Hewlêrê vekir.
Dezgeha Meda ya Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerî bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan vê pêşangehê birêve dibin, pêşangeh li rojên 08 – 18/03/2023 vekirî dibê, cihê wê kî li Pêşangeha Navdewletiya Parka (Samî Abdulrehman)e ku hejmareke ber bi çavê dezgehên çap û belavkirinên Kurdî û biyanî têda beşdarin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li roja yekema vekirina pêşangehê bi komek pertûkên bêhempa ve li 15. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li Hewlêrê de beşdariyê kiriye.
Hêjayî gotinêye 14. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li Hewlêr sala 2019 hatiye vekirin, piştî wê ji ber sedema nexweşiya Koronayê heta îsal Pêşangeha pertûkan nehatibû vekirin. Îsal 15. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li Hewlêrê, li bin çavdêriya Serok Barzanî û bi amadebûna cenabê wan hate vekirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest