Karnameya BCF li sê salên derbasbûyî ya ji bo dabeşkirina neft li ser xelkê kêmdahatên Kurdistanê

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li sala 2020 (3.105.520) lîtir nefta spî li ser xelkê hejar û kêmdahat da dabeş kir. 31.027 malbat jê sûdmend bûn. Sala 2021 rêjeya dabeşkirina nefta spî ji bo xelkê hejar û kêmdahat (290.400) lîtir bû ku 4.840 malbat jê sûdmend bûn, lê belê li sala 2022 rêjeya dabeşkirina nefta spî ji bo zêdetirê (75.900) lîtir hate bilind kirin.
Ev proje li helmeteke berfireh de ku hemû Herêma Kurdistanê li xwe girt, roja dûşema rêkefta 30/01/2023 heman demê de li gel demsala zivistanê, bi amadebûna birêzan Helgurd Şêx Necîb serpereştiyarê îdareya serbixweya Soran, Dr Abdulrehman Sidîq Serokê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li civîneke rojnamevaniyê de li Soran hate ragihandin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mebesta li “dabeşkirina neft”ê tenê pêkanîna armancek nîne, wate raste dabeşkirina neft bi ser xelkê kêmdahat (ew jî li navendên demsala zivistanê da) hem erkeke mirovî û hem helmeteke pîroze, lê belê parastina jîngehê û xwezaya Kurdstanê jî erkeke şerî û exlaqî û miroviye û dabeşkirina sûtemeniyê heta asteke zêde rêgiriyê li birîna heremeke daristanê û darên seyrangehan dike.
Dabeşkirina neft li parêzgeh û îdareya serbixweya parêzgehên Herêma Kurdistanê û gundên dûredest û çiyayiyan bi taybetî hatiye encamdan. Çawayî û çendiyatiya projeyê jî bi vî awayî bû: 2.200.000 lîtir nefta spî li ser 22 hezar malbatan da hate dabeş kirin. Li Soran û Hewlêr 700.000 lîtir, her wiha li Silêmanî, Raperîn û Germiyan 500.000 lîtir, li Helebce 230.000 lîtir, li Dihok û Zaxo jî 760.000 lîtir nefta spî dabeş kirin û her malbatek 100 lîtir nefta spî wergirtin.
Prose berdewame û ji bo welatî zêdetir sûdmend bin bi vekirî maye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest