Şandeke xwendekarên zanîngehên Swîsre û Almanya serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin

Şandeke xwendekarên zanîngehên Swîsre û Almanya, rêkefta 08/03/2023 serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) kirin û ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi germî hatin pêşwazî kirin.
Şanda mîhvan xwendevanên beşên taybet bi rêxistinên miroviyanin û mebesta wan ji vê serdanê, ji nêzîk ve agahdarbûna li kar û proje û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû.
Birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi hûrî behsa çawayiya damezrandin û avakirin û kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kertên cûr bi cûrên xizmetguzarî û hawarçûnê da ji bo şanda mîhvan kir. Heman demê de vîdeoya 17 saliya xizmetên dezgehê ji bo şanda mîhvan hate nîşandan û çavê wan bi beşek ji çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li welatên cûda û cûda ket.
Birêz Musa Ehmed, tekez li wê yekê kir, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bo li stûgirtina pêşxistina yek ji peyamên Barzaniyê Nemir damezraye, ku kerem kiriye: “Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê”. Paşê behsa çawayiya gihandina hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi xelkê ziyanberketiyê karesata erdhejên Bakûr û Rojavayê Kurdistan û Tirkiye û Sûriyeyê kir. Eve jî dûpat kir, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hîç tixûbek ji bo alîkariyên miroviyan ranewestênê, şanda mîhvan jî raspard, bi wê yekê ku her yek ji wan dikarin li welatê xwe bibin bi Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gihandina peyama mirovî, şanda mîhvan jî ji bilî spas û pêzanînê, balkêşiya xwe ji bo alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo xelkê lêqewimî û hejar û ziyanberketiyan derbirî.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest