Li meha remezana pîroz dabeşkirina paketên xorekê û danên xwarina germ berdewame

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li navxwe û derveyê Kurdistanê paketên xorek û danên xwarina germ dabeş dike. Her li dirêjahiya van çalakiyan da li meha remezana pîroz da, rêkefta 04/04/2023 li tixûbê qeza Xaneqîn û dewrubera wê 300 paketên xorekê li ser 300 malbatên hejar û kêmdahat da dabeş kir.
Nivîsîngeha Şingalê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêkefta 05/04/2023 li tixûbê nahiye Zumar û Sihêla 360 paketên xorekê li ser 360 malbatên hejar û kêmdahat û xwediyê pêdiviyên taybet da dabeş kir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rêkefta 06/04/2023 li navçeyên Hemdaniye, Şêxan û Feyidiyê 700 paketên xorekê dabeş kir.
Li rojên 09 -10/04/2023 xwarina berbangê ji bo 750 zarokên azîz û kesukarên wan bi hevkariya Heyva Sora Îmaratî li Silêmaniyê hate amade kirin û her malbatek jî yek salika xorekê wergirt.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her li rêkefta 09/04/2023 xwarina berbangê ji bo xwendekarên beşên navxweyiyên parêzgeha Helebçe amade kir û li vê çalakiyê de 1.200 xwendekar sûdmend bûn.
Wekî nerîteke salane jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemû rojeke meha remezanê li Hewlêrê zêdetir li 1.000 kes danên xwarina germ li berbangan de pêşkêş dike, îsal jî ew proje bi hevkariya kompanya Geliawa heta dawiya meha remezanê berdewam dibe.
Li derveyê Kurdistanê jî li Sûriye û Tirkiye, dabeşkirina danên xwarina germ û paketên xorekê ji bo lêqewimiyên erdhejê ji destpêka karesatê heta niha berdewam bûye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest