Şandekî bilinda Hikumeta Almanya, serdana wargeha Şarya kirin. Ji bilî destxweşiya li xizmetguzariyên pêşkêşkiriyên bi koçberan, soza hevkarî û baştirkirina rewşa wargehan didin.
Şanda Almanî ku Dr. Yokhin Flasbars Cîgirê Wezîrê Dewlet yê Alîkariya Aborî û Geşepêdana Almanya û Verner Gatzer Cîgirê Wezîrê Dewlet yê Karubarê Darayî, li gel Balyozê Almanya li Iraq pêkhatibûn li rêkefta 02\05\2023 serdana wargeha Şarya ya li tixûbê parêzgeha Dihokê kirin û ji aliyê kargêriya wargehê û nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Heman demê de li gel hatina şandê, nûnerên rêxistina UNICEF û KFW û Birêveberiya Çavdêriya Rewşenbîrî amade bûn.
Şanda Almanî piştî wergirtina zanyariyên di derbarê rewşa penaberan û xizmetguzariyên pêşkêşkirî, behs û raguhertina di derbarê arîşe û giriftên koçberan kirin.
Şanda Hikumeta Almanya palpiştîkirina wan ya ji bo hevkarî û baştirkirina rewşa debara nîştecihên wargehê dûpat kir.
Wargeha Şarya dikevê tixûbê parêzgeha Dihokê, nîştecihên wê ji koçberên Kurdên Êzdî yên Şingalê ne. Li gel hatina Da’îş li sala 2014 bi neçarî rû li Herêma Kurdistanê kirin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serpereştiya wargeha Şarya û 34 wargehên din kir. Bi giştî ew wargeh 25 ji wan ji bo koçberan û 10 wargeh jî ji bo penaberane. Bi giştî 261.151 kes li koçber û penaberan li wan wargehan dijîn.



