Şandekî bilinda welatê Almanya ku ji birêz (Îwhan Sathov) Cîgirê Wezîrê Navxweya Almanya û (Gêrd Fredsam) Serokê Ajansa (THW)pêkhatibûn, her wiha birêz Sîrwe Resûl Birêvebera Giştî ya Navenda Hevbeşa Hemahengiya Qeyranan û Pîr Diyan Ce’fer Hemo Birêveberê Koç û Koçberan û Bihanaveçûna Qeyranan li Dihokê, rêkefta 02\06\2023 serdana wargeha Domîz 1 kirin û ji aliyê Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî(BCF) û kargêriya wargehê ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Li civînê de piştî wergirtina zanyariyên di derbarê rewşa nîştecihên wargehê û xistinerûya xizmetguzariyên hatine pêşkêşkirin û arîşe û giriftên penaberan, şandê serdana nav wargeh û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li wargehê kirin ku li gel hevbeşên wan encam didin. Heman demê de serdana hejmarek ji malbatên nîştecihê wargehê kirin û tekez li wê yekê kirin ku mebesta wan ji wê serdanê zêdetir agahdarbûna li rewşa jiyana nîştecihên nava wargehê û daxwazên wan buye.
Şandekî bilinda welatê Almanya serdana wargeha Domîz kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest