Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li roja cîhaniya zarokan da ahengeke taybet sazkir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevbeşiya (Erbîl Sport Center) û Birêveberê Kolana Xezalî, roja pênçşema rêkefta 01\06\2023 hevdem li gel roja cîhaniya zarokan, ahengekî hevbeş ji bo zarokên şehîdên şerê dijî Da’îş birêve bir.
Ew ahenga ku li demjimêr 16.00 êvarî heta demjimêr 21.00 berdewam bû, (melevanî, yariya zarokan, wênekêşan, konsêrt, dabeşkirina diyarî, şîv, gerîna li nav kolana Xezalî) pêkhatibû.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li heman rojê li wargeha Bêrsîv 2 ahengek bi helkefta roja cîhaniya zarokan ji bo hemû zarokên wargehê saz kir.
Her wiha li wargeha Akrê bi hevkariya rêxistinên (NRC) û (TLF) heman çalakî hate encam dan.
Li wargeha Akrê bi hevkariya du rêxistinan (TLF) û (NRC) û navenda geşepêdana civakî û parastina zarokan, li wargeha Gewîlan bi hevkariya rêxistinên (DOLSA) û (LF) û (Save The Children) û li wargeha Xankê bi hevbeşiya van rêxistinên li xwarê:
Jinda.
Save the Children
Better World.
Jiyan Foundation.
Dolsa UNICEF.
Yezda.
STLI.
Operation Merci.
Li wargeha Rewange bi hevkariya rêxistina (Dolsa) û li wargeha Bacid Kendal bi hevkariya rêxistina (DOLSA) û li wargehên Dîbege, Dareşekran û Basirme bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya (LDS) ahengên taybet bi helkefta roja cîhaniya zarokan hate sazkirin. Li vê rojê da ji bilî li encamdana çendîn yariyên xweş ji bo zarokan, diyarî jî li ser wan da hate dabeş kirin.
Li çalakiyekî din da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya xwendingeha Lara ya nehikûmî li roja cîhaniya zarokan de 500 dar û nemamên cûr bi cûr li parka Minare ya li Hewlêrê çandin, li çalakiyê da jî zarok ji bo çandina dar û nemam û girîngîdana bi jîngehê han dan.
Her bi helkefta roja cîhaniya zarokan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya (LDS) û çend kompanyayek li parka Azadî li Silêmanî festîvalek ji bo zarokên xwediyê pêdiviyên taybet birêve bir. Piştî çendîn çalakiyên dilxweşker, diyarî li ser zarokan de hatin dabeş kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li damezrandinê ve heta niha, bêyî gûhdana cûdahiya regez, netewe û olan, berdewam proje û çalakiyên cûr bi cûr ji bo mîsogerkirina paşerojeke baştir û geştir ji bo nifşên niha û nifşên paşerojê encam daye û berdewam jî dibe.
Ji niha de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya hevbeşan, hevkariya nextîne li zêdetirê 17 hezar zarokên azîz (sêwî) dike.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest