Hewlêr… Encamdana xûleke taybet bi mafên zarokan li Herêma Kurdistanê

Nivîsîngeha Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), rêxistina Hawar Çûna Neteweyî, Dezgeha Xêrxwaziya Ronahî û Tora Iraqê ya ji bo mafên zarokan, li çarçêweya bi cîhkirina plana Herêmî ya ji bo mafên mirov, li roja cîhaniya zarokan (01\06\2023) li Hewlêrê, xûleke taybetî bi mebesta bi cîhkirina wan raspardeyên navdewletî encam da ku peywendiya wan bi mafên zarokan li Herêma Kurdistanê hebû.
Beşdarbûyên panelan ji birêz: Dr. Dîndar Zêbarî Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî û Serpereştiyarê bi cîhkirina plana Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan, Zekiye Seyid Salih Birîkarê Wezîra Kar û Karubarên Civakî, Fuad Sedîq Serokê Encumena Bilinda Parastina Mafên Zarokan, Îvan Ray Nûnera (UNICEF), Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û Nazim Ehmed Serokê Tora Mafên Zarokan pêkhatibûn.
Wan hemû birêzan bi hurî tîşk xistin li ser rewşa zarokan li Kurdistan û Cîhanê û xwazyar bûn karên ciddîtir li warên mafên zarokan de bêne kirin û bi arasteyê bi lezkirina proseya bi cîhkirina plana herêmî ya ji bo mafên mirovan li gor raspardeyên navdewletî hengavên kirdarî bêne avêtin.
Xûl bi guftûgoya vekirî ya beşdarbûyan bi dawî hat.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest