Zêdekirina 9 polên xwendinê li xwendingehên tixûbê Silêmanî

Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi serpereştiya birêz Sirwe Salih Berpirsê Nivîsîngeha Silêmanî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêkefta 07\06\2023 serdana Birêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê kir û ji aliyê birêz Dilşad Omer Birêveberê Giştî yê Perwerdeya Silêmaniyê ve hate pêşwazî kirin.
Li vê hevdîtinê de ku birêz Birêveber û Berpirsên Beşên Bînasazî û Ragihandin û Peywendiyên Perwerde jî amade bûn, projeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo zêdekirina pola xwendinê li xwendingehên (Kanî Gome û Kenesûre li tixûbê perwerdeya Rojava û Xwendingeha Qan’i li tixûbê perwerdeya Derbendîxan) bi mebesta nehiştina sê dewamî li wan xwendingehan da ji bo sala nû ya xwendinê hate axaftin û biryare karên projeyê di demeke sê mehan (10\6\2023 heta 10\9\2023) da bê xelas kirin.
Rêkefta 30\05\2023 li civîneke medyayî da projeya dirustkirina 127 polên xwendinê li xwendingehên Herêma Kurdistanê hate ragihandin.
Li ragihandina wê projeyê da her yek ji birêzan Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), Roy Philips û Karîn Philips Nûnerên Dezgeha Xêrxwaziya (LDS) ya Amerîkî amade bûn. Ewe jî hate ragihandin ku proje bi hevbeşiya (BCF) û (LDS) û (One Vision) bê encamdan.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest