Ji bo wergirtina çareseriyê, şandina 8 zarokên nexweş, li Almanya

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya rêxistina (Gundê Aştî) ya Almanî, qonaxa duyema çareserkirina zarokên nexweşên Kurdistanê li welatê Almanya ragihand.
Birêz Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêkefta 12/06/2023 li civîneke rojnamevaniyê de ragihand, bi hemahengî li gel rêxistina Gundê Aştî ya li Almanya, roja sêşema 13/06/2023 heşt zarokên din li hemû navçeyên cûdayên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina çareseriyeke tevahî ji bo Almanya têne şandin.
Hevkariya tendirustiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vî warî da, wan zarokan li xwe digre ku tûşî nexweşiyên gurçîlk û mîzdank, şewat û nexweşiyên hestiyê bûn û li Herêma Kurdistanê nayên çareser kirin.
Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tîşk xiste li ser wan bi hanaçûnan û eve jî xisterû ku di dema sala derbasbûyî de, tîmên pizîşkiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, pişkinînê ji bo zêdetirê 2000 zarokan kiriye û dosyeyên wan şandiye rêxistina Gundê Aştî li Almanya. Piştî dûvdaçûna wan dosyeyan, navê 30 zarokan hatine vegerandin û ragihandine, ku dikarin wan zarokan çareser bikin. Li qonaxa yekem 9 zarokên nexweş hatine şandin ku 7 ji wan çareseriyeke tevahî wergirtine), li qonaxa duyem jî 8 zarokên dinê nexweş dişînin Almanya.
Li şîvekê de ku ji bo zarokên nexweş û malbatên wan hatibû sazkirin, diyarî li ser zarokan de hate dabeş kirin. Rêkefta 13/06/2023 ew 8 zarok ji bi Almanya têne şandin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest