Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Birêz Sefîn Dizeyî Berpirsê Peywendiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê, li hevdîtinê de roja 13.06.2023 ku birêzan Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Karzan Nûrî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amade bûn, wekî spasguzariyek ji bo hewlên tîmên hawarçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema bihanaveçûna lêqewimiyên karesata erdheja li Tirkiye û Sûriye, spasnameya rêzlênanê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Berpirsê Peywendiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê li vê hevdîtinê de got: “Her çende dema wê derbasbûye, lê belê ewê we kir, bi hêsanî ji bîr û hizra hîç kesek naçê û dibê beşek ji dîroka pir bi şanaziya gelê me”. Ewe jî xisterû ku “Herêma Kurdistanê yekemîn tîmên hawarçûna mirovî gihande navçeyên ziyanlêketî ewe jî nîşaneya peroşî û xemxûriya we bû bo ku bikarin di dema pêwîst bi hanaya lêqewimiyan ve biçin”.
Birêz Sefîn Dizeyî piştî ku balkişande li ser piştgîriyên birêzan cenabê Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikumetê û xelkê Kurdistanê, got: “Bêguman êwe wekî yekem tîma bihanaçûn gihîştine navçeyan ku mixabin gelek kes jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî li jêr xaniyên rûxayî de mabûn, we karî yarmetiyên pêwîst li gor şiyanên berdest pêşkêş bikin, we jiyana xwe xiste metirsiyê bo ku jiyana lêqewimiyan rizgar bikin. We şanaziyê ji bo me û xelkê Herêma Kurdistanê tomar kir û we erkekî mezinê mirovî bi cîh anî”.
Ji aliyê xwe ve amadebûyên wê rêwresma spasguzariyê, spasî Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku bi dirêjahî karkirina tîmên hawarçûnê li cihên ziyan lêketiyan li hemahengî û peywendiyên berdewam bûn li gel aliyên fermî, bo ku yarmetiyan bi lez bigihinîn cihên mebest.
Piştî ku berî spêdehiya roja dûşema rêkefta 06/02/2023 erdhejek bi hêza 7.8 rîşter parêzgeha Kahramanmaraş li Tirkiye hejand û rojavayê Kurdistanê jî ziyanên canî û malî zêde lê ket, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, wekî yekem dezgeha alîkariya mirovî ji bo yarmetîdana qurbaniyên erdhejê xwe gihande cihên karesatê û dabeş bûn û dest bi helmetên pêşkêşkirina (xwarina germ, xwarina bi lez, xwarina hişk, betanî û doşek, dabînkirina kon, pêdiviyên zarokan û ava vexwarinê). ji bilî wan jî derman û pêdiviyên nexweşxaneyan hate dabîn kirin û tîmên gerokî pizîşkî jî xizmetguzariyên tendirustiyê pêşkêşî birîndaran û nexweşan kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest