Şandekî Hevpeymanan ku pêkhatibûn ji General Patrîk Morand, Berpirsê Hemahengiya Serbazî – Medenî li artêşa Hevpeymanan li Iraq û Sûriye, Raed Bênot Buryau/ ji Artêşa Fransa li çarçêweya Hevpeymanan li Iraq û Sûriye, Berpirsê Dosyeya Mirovî, Raed Jin Sebastian/ Artêşa Fransa li Herêma Kurdistanê, Neqîb Mark Lavrêro/ Yekîneya Serbazî – Medenî û Qeyranên Miroviyan li artêşa Fransa/ Herêma Kurdistanê, rêkefta 18\05\2023 serdana wargeha Behirke ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê kirin û ji aliyê kargêriya wargehê û Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ve hatin pêşwazî kirin.
Li hevdîtinê de behsa rewşa koçberan kirin û paşê serdana hejmarek ji malbatên nîştecihê wargehê kirin û palpiştîkirina welatê xwe ya ji bo hevkarî û baştirkirina rewşa nîştecihên wargehê dûpat kirin.
Li dawiyê de şandê spas û pêzanînên xwe ji bo karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya bi navê mirovayetiyê derbirî.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) serpereştiya 35 wargehan dike bi giştî 25 ê wan ji bo koçberan û 10 wargeh jî ji bo penaberane. Bi giştî 261.151 kes ji koçber û penaberan li wan wargehan de dijîn.
Şandekî Hevpeymanan serdana wargeha Behirkeyê kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest