Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) projeya goştê Qurbanê li rojên cejnê da bi cîh dike

Projeya goştê Qurbanê dikevê çarçêweya kerta xorekî, lê belê di demeke diyarkirî tê encamdan, ew jî li rojên cejna qurbanê, ew proje çendîn sale berdewame û îsal jî (2023) bi hevbeşî li gel Heyva Sora Îmaratî li tixûbê Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li Herêma Kurdistanê û derveyê herêmê, goştê qurbanê li ser malbatên azîzan û xelkê kêmdahat û hejar da tê dabeş kirin.
Piştî ragihandina projeya goştê qurbanê bi hevbeşiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û Heyva Sora Îmaratî, li rojên cejna pîroza qurbanê tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi vî awayî projeyê bi cîh kirin:
Li rojên 28 û 29/06/2023 li Nivîsîngeha Hewlêrê ya BCF goştê qurbanî li ser malbatên azîzan da dabeş kir, li roja yekema cejna qurbana pîroz da 1195 beş goştên qurbanê li ser malbatên azîzan û li roja duyema cejna qurbana pîroz da 620 beşên goşt li ser malbatên azîzan da hatin dabeş kirin, li wê çalakiyê de 1815 malbatên azîzan sûdmend bûn.
Li rojên 28-29/06/2023 Nivîsîngeha Dihok bi hevkariya nûnerayetiya Amêdî û Akrê û Zaxo ya BCF goştê qurbanê li ser 2000 malbatên azîzan li navenda Dihok û Amêdî û Akrê dabeş kirin, her malbatek du kîlo goşt wergirtin.
Tîmên Nivîsîngeha Kerkûkê ya BCF li çarçêweya projeya hevbeşa goştê qurbanê li gel Heyva Sora Îmaratî, rêkefta 30\06\2023 li Sergeran û Pirdê 808 beşên goşt dabeş kirin. Li bajaroka Sergeran û gundên dewrubera wê 478 malbat û li bajaroka Pirdê 330 malbat beşên goşt wergirtin. Beşa her malbatek du kîlo goşt bû.
Li rêkefta 28/06/2023 li Silêmanî goştê qurbanê li ser 1500 malbatên azîzan dabeş kirin.
Rêkefta 29/06/2023 li bajaroka Kifrî goştê qurbanê li ser 643 malbatan dabeş kirin. Her malbatek du kîlo goşt wergirtin.
Rêkefta 29/06/2023 li parêzgeha Helebçe goştê qurbanê li ser malbatên Azîzan û kêmderametên tixûbê parêzgeha Helebçe dabeş kirin.
Rêkefta 30/06/2023 li Kelar 543 beşên goşt li ser 543 malbatên Azîzan û kêmderametan dabeş kirin, her malbatek du kîlo goşt wergirt. Roja duyema cejnê 165 beşên goşt li ser azîzan li nav Mûsilê dabeş kirin.
Roja sêyema cejnê 765 beşên goşt li taxên kêmderametên Zenclî û Şîfa aliyê rastê Mûsilê û Cezaîr aliyê çepê Mûsilê û gundên Deşta Nînowa hate dabeş kirin. Her beşek du kîlo goşt bû. Bi giştî goştê dabeşkirî 1.860 kîlo bû, hejmara sûdmendbûyan jî 930 malbat bûn.
BCF li rêkefta 29/06/2023 li bajarê Efrînê 200 ser pez kir qurbanî û li ser 2.500 malbatan da dabeş kir. Li wê çalakiyê da malbatên bajarê Efrîn û Cindirês û gundên dewrubera wê sûdmend bûn.
Rêkefta 28/06/2023 li wargeha Hesen Şam U3 beşê goşt li ser 1.237 malbatan hate dabeş kirin. Li wê çalakiyê 5.670 kes sûdmend bûn.
Rêkefta 29/06/2023 li heman wargehê bi hevkariya xêrxwazek 275 beşên goşt hate dabeş kirin. Li vê çalakiyê jî 1.244 kes sûdmend bûn
Rêkefta 28/06/2023 goştê qurbanê li ser nîştecihên wargeha Dîbege ya parêzgeha Hewlêrê hate dabeş kirin. Her malbatek du kîlo goşt wergirt. Li wê çalakiyê de 1102 malbat ku dike 5803 kes sûdmend bûn.
Rêkefta 29/06/2023 li wargeha Berdereş goştê qurbanê li ser nîştecihên wargehê da dabeş kir. Li wê çalakiyê de 553 malbat sûdmend bûn.
Bi hevkariya rêxistina Mirovdostan, rêkefta 27/06/2023 mirîşkê bestî li ser nîştecihên wargehê da dabeş kirin. Li wê çalakiyê de 869 malbat ku dike 4449 kes sûdmend bûn.
Rêkefta 27/06/2023 li wargeha Hesen Şam U3 bi hevkariya rêxistina mirovdostan, mirîşkê bestî li ser nîştecihên wargehê da hate dabeş kirin. Li vê çalakiyê de 1237 malbat ku dike 5670 kes sûdmend bûn.
Heman rêkeftê li wargeha Hesen Şam U2 her bi hevkariya rêxistina Mirovdostan, mirîşkê bestî li ser nîştecihên wargehê da hate dabeş kirin. Li vê çalakiyê de 626 malbat ku dike 2910 kes sûdmend bûn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest