Birêzan Maksîmîlyan Raş Cîgirê Balyozê Almanya li Bexda û Klaws Shtrayşer Konsûlê Giştiyê Almanya li Hewlêr û şanda li gel li rêkefta 04/07/2023 serdana wargeha Mam Reşan li tixûbê parêzgeha Dihokê kirin û ji aliyê birêzan Kargêrê Wargehê û Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargehê ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Şanda Almanî piştî wergirtina zanyariyên di derbarê rewşa penaberan û xizmetguzariyên pêşkêşkirî û danustandinên di derbarê kêşe û giriftên koçberan, serdana çend malbateke nîştecihê wargehê kirin.
Mebesta vê serdana wan ji nêzîk ve agahdarbûna rewşa debara nîştecihên wargehê û çawayiya pêşxistina karê hevbeş li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo baştirkirina rewşa jiyana koçberên li nava wargehê bû.