Henar Teha Nûrî xwendekara yekema wêjeyî ya li ser asta Herêma Kurdistanê:
Şanaziyê bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê dikim
Piştî ku birêz Henar Teha Nûrî xwendekara beşa wêjeyî ya li pola 12 pileya yekem li ser asta Herêma Kurdistanê bi dest ve anî, rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ku heman demê de Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye, ji bilî şandina peyama pîrozbahiyê bi nameya fermî, biryarê da yekîneyekî nîştecîhbûnê ji bo wê bê dirust kirin.
Heman demê de birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li peywendiyekî raste rast ya telefonî da li gel birêz Henar Teha got: “Em şanaziyê bi te dikîn, serê me bi te bilinde û bi navê cenabê Kak Mesrûr Barzanî ku Serokê Desteya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye pîrozbahiyê li te dikîn. Hêvîdarîn mînakên wekî cenabê te gelek bê, ji bo xizmetkirina bi xwe û malbata xwe û welatê xwe. Em çawa li berê li gel te bûn, li qonaxên pêş de jî li gel te dibîn. Piştevaniya we û xwendekarên wekî we dibîn û ewê li şiyana me da bê, xizmeta we dikîn”.
Her wiha got: “Ji bo me mezintirîn şanazî eweye ku ew gotina xweşika Barzaniyê Nemir bi cîh bînîn ku kerem kiriye: (Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê). Em jî xwe bi xizmetkarê her mirovek dizanîn ku dixwaze xizmeta welatê xwe bike. Kes nîne wekî malbata te bi vê serkeftina te dilxweş bê, lê belê em beşekîn ji malbata te û hêvîdarîn bikarîn cihê bavê te bigrîn. Emê bêne xizmeta we û diyariya me jî ji bo we dibe”.
Ji aliyê xwe ve xwendekara yekema wêjeyî ya li ser asta Herêma Kurdistanê, li bersîva peywendiya telefoniya Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de got: “Ez şanaziyê bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê dikim, xwedayê mezin we bihêle ji bo me. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nêzîkî 10 sale bi bê westabûn hevkariya me kiriye, birastî em qerzdarê wanîn û hezar car spasiya hevkariyên we dikîn”.


