Birêzan Lîw Jînyong Konsûlê Giştiyê welatê Çînê bi wekalet û şanda li gel li rêkefta 05\07\2023 serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) kir û ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hate pêşwazî kirin.
Li destpêka vê hevdîtinê de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bilî bixêrhatina şanda mîhvan, xweşhaliya xwe ji bo serdanê derbirî û bi kurtî li kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo şanda mîhvan behs kir.
Ji aliyê xwe ve Konsûlê Giştiyê welatê Çînê bi wekalet sosretiya xwe li xizmetên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warên koçber û penaber û hawar çûnê de derbirî.
Her li vê hevdîtinê de biryar hate dayîn, li paşerojê de danustandina bîr û ramanên zêdetir bikin ji bo xizmetkirina bi taybet li warê perwerde û pêşxistina mirovî û hemahengiya zêdetir ya ji bo karê pêkveyî bikin.