Ciwanek dilop dilop rondikên wekî mirwarê dibarîne, baskîla(Bisiklet) wî bi tevahî şewitiye û ji bo wî digrî. Rondik û dûkel wekî rûpêçêkî reş li ser rûyê jineka bi rûmet de dirust kiriye, dayikek keça xwe himbêz kiriye û tund bi sîngê xwe ve razandiye, bi zimanê Erebî her spasiya xwedayê dilovan dike, bi wê yekê ku keça wê ya tekane li nav xewê da buye û xelkê wê ji bo wê rizgar kiriye.. Zilamek lêhvên xwe gez dikir û digot: “Malwêran bûyîn, me çi nema, tiştek ji me re nema”, jineka bi temen jî dua û lavaya nemana befirgir û hênikkirina ji derveyê kerevaneya şewitî li hişê xwe çû…
Eve hemû dîmenek bûn li tabloya xembar û ziyan pêketiya wargeha Herşem ku roja çarşemê rêkefta 12\07\2023 ji ber agirketina beşekî (16 kerevan) bi tevahî şewitîn ku 15 malbat têda nîştecîh bûn.
Ew wargeha ku dikevê tixûbê parêzgeha Hewlêrê 270 malbatên koçberên tixûbê parêzgeha Nînowa têda bûn ku ji ber tirsa terorîstên Da’îş hêviya xwe bi Herêma Kurdistanê anîbûn.
Berpirsê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (Sîtaf Aso) li daxuyaniyek da ji bo medyayên navxwe û derveyê Herêma Kurdistanê got: “Xweşbextane rûdanê de hîç ziyanekî canî nebu, lê belê li rûyê maddî ve ziyan zêdeye û kelupelên navmala wan hîç nemaye”. Tekez jî li wê yekê kir ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi lez û nagihe şev, cih û pêdiviyên seretayî yên jiyanê ji bo ziyanberketiyan amade dike, bi hemû cûreyek wan qerebû dikin û cihê wan ji bo wan nûjen dike”.
Li vê rûdanê da bala nîştecihên wargehê rakêşabû, amadebûna tîmên agirkujê ya Bergiriya Şaristanî û tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû ku bi lez helmeta hawar çûnê destpêkiribû.
Heta nivîsîna vê raporê jî hê jî agir bi tevahî nehatibû temirandin, agirkuj cangoriyane li nav dûkela çir da li ser her bilîseka agir da diçin bo ku bi tevahî kontrol bikin. Germahiya paşmaya şewatê, ew jî li meha temmûzê û bi neçarî agirkujan jî dikujênê. Bi guşarê avê rizgarker xwe hênik dikin ji bo ku carekî din biçine nav cihê agir û bi giştî bitemirînin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ziyanberketiyên agirketina li wargeha Herşem qerebû kir
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest