Dabeşkirina Wîlcher li hezîrana 2023

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî(BCF) bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya (LDS) ya Amerîkî li dabeşkirina wîlcher û pêdiviyên xwediyê pêdiviyên taybet berdewame û li meha hezîrana 2023 van çalakiyan encam da:
Li Mûsil û dewrubera wê li rêkefta 01\06\2023 wîlcher û rêrewe û ekaze li ser 61 xwediyê pêdiviyên taybet da dabeş kir. Her wiha nûnerayetiya Amêdî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêkefta 02/06/2023 li devera Amêdî 8 wîlcher li ser 8 xwediyê pêdiviyên taybet da dabeş kir. Rêkefta 08/06/2023 li Kelar 14 wîlcher, kursiyê avdestê û gopal bi ser xwediyê pêdiviyên taybetên li bajar da dabeş kir.
Dezgeha Xêrxwaziya LDS ya Amerîkî wekî rêxistineke navdewletî kar li ser projeyên xizmeta mirovayetiyê dike. Li sala 2014 li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dest bi xizmetguzariyên mirovî kiriye. Di destpêkê de karê pêkveyî û komekbexşiya vê dezgehê li warê wîlcher û dabînkirina pêdiviyên xwediyê pêdiviyên taybet buye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest