Nûnerê UNAMI û UNCHR û hejmarek rojnamevanên Yekîtiya Ewrûpa serdana wargeha Xankê kirin

Şandekî UNCHR û hejmarek rojnamevanên Yekîtiya Ewrûpa, li rêkefta 12/07/2023 serdana wargeha Xankê ya li sînorê Parêzgeha Dihokê kirin.
Roja din rêkefta 13/07/2023 Patrîk Kîzît Birêveberê Nivîsîngeha Unami ya ji bo hemahengî û Birêvebirina Karubarê Pêşketina Herêman û şanda li gel serdana wargeha Xankê kirin û her dû şand ji aliyê kargêriya wargehê û Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Li van du hevdîtinan de rewşa koçberên nîştecihên wargehê û rewşa xerab ya jiyana wan hate guftûgo kirin. Gengeşeya ewe jî hate kirin ku zêdetirê rêxistinên alîkarîbexşên navdewletî rêjeya hevkariyên xwe ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kêm kirine, hinek ji wan jî bi tevahî hevkariyên xwe ragirtine. Her wiha tekez li ser ewe kirin ku pêwîste nexşerêyek bê peydakirin bo ku koçber û penaber bi dilê xwe bikarin vegerin li ser warên xwe.

 

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest