Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Akademiya Iduynaya Amerîkî spasnameya rêzlênanê pêşkeşî 50 ciwanên xwebexş kirin

Li rêwresmek da ku li rêkefta 20\07\2023 li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) birêveçû, 50 ciwanên xwebexş ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Akademiya Iduynaya Amerîkî ve spasnameya rêzlênanê pêşkeşî wan kirin.
Her li destpêka vê rêwresmê da birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, piştî bixêrhatina amadebuyan, got: “Xweşhalîn ku li xizmeta polek ciwanên şareza û bi şiyandayîn, hûn baştirîn rêye bo ku peywendiyekî baş li navbera me û xelkê dirust bikin, pîrozbahiyê li we dikim, birastî we karê xweşik kiriye, rêyekî baş jî hilbijartiye”. Paşê behsa ewe kir ku mezintirîn mirov li karên xwebexşî ve destpêkirine yan li rêya serkeftinê da rû li karên xêrxwaziyê kirine, mînak jî bi kesayetiyên siyasî û hunerî û werzîşiyan anî ku li encamê de dest dane karên xêrxwaziyê, tekez li wê yekê jî kir ku “bawernameyên karên xwebexşî, tenê kaxezek nîne karnameya mirov xweşik bike, belku bingeha karê mirovî û alîkariya mirovayetiye û li seranserê cîhanê rêz lê tê girtin”.
Paşê birêz Mihemed Reşad Birêveberê Akademiya Iduynaya Amerîkî piştî bixêrhatina amadebûyan, gotarek xwend û got: “Em li mala yekemê xwe ne, ez li virim wekî karmendekî xwebexşiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, neku xwediyê Akademiya Uduynaya Amerîkî, gelek spasî wan ciwanan dikim ku amadeyê karên xwebexşiyê bûn, ji bo pêşketina her welatek jî nifşek pêwîste ku hest bi berpirsiyariyê bike, eve jî mizgîniyeke mezine ku em îro komek ciwanan dibînîn ku birastî beranber bi civakê û paşeroja welatê xwe hest bi berpirsiyariyê dikin”.
Birêveberê Akademiya Iduynaya Amerîkî li dawiya gotara xwe de got: “Bi pêwîst dizanim dûbare sozê bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bidîn ku li hemû karan da li gel dezgehê berdewam dibîn. Komek planên gelek baş me heye, bo wan azîzên navê wan li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatiye tomar kirin”.
Li dawiya rêwresmê da 50 ciwanên xwebexş spasnameya rêzlênanê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Akademiya Iduynaya Amerîkî wergirtin.
Akademiya Iduynaya Amerîkî bi amadebûna birêzan Deg Moro Cîgirê Konsûlê Giştiyê Amerîka li Hewlêr, Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêr û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêkefta 18\01\2023 li Hewlêr hate vekirin. Li beşa xêrxwaziya projeyê da, zêdetirê 70 ciwanên xwebexş kar têda dikin, her li beşên xêrxwazî da wekî Birêveberê Akademiyayê balkişand ser, sponserê 100 zarokên neviyên şehîdan dikin, heta xwendinê temam bikin, ji bilî vê jî konserên mezin li hemû bajarên Kurdistanê encam didin û dahatek jî ji bo tuşbuyên nexweşiya şêrpence tê terxan kirin”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest