Bi amadebûna her yek ji birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û Emîn Kakşer Serokê Zanîngeha Lubnanî Fransî, roja çarşemê rêkefta 26\07\2023 li avahiya Serokayetiya Zanîngeha Lubnanî Fransî, yadaşta lêktêgihiştina li navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Zanîngeha Lubnanî Fransî wajû kirin.
Îmzakirina vê yadaştê bi mebesta encamdana projeya “Baştirîn Lêkolîn”e ku li navbera her du damezraweyan bi hevbeşî tê encam dan”, mebesta serekî jî rexsandina derfete ji bo xwendekarên zanîngehê û taze derçuyan li gel tevahiya lêkolînerên li Herêma Kurdistanê, ji bo pêşkêşkirina behre û şiyanên xwe û birina xelatê projeyê.
Li paşerojeke nêzîk û li rêwresmekî şayeste da proje tê ragihandin, her wiha şêwazê beşdarîkirin û rênimayeyên beşdarbûnê li hemû torên civakî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Zanîngeha Lubnanî Fransî tê belav kirin û kesên dilxwaz dikarin beşdar bibin.