Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li civîneke rojnamevaniyê da li rêkefta 27\07\2023 helmeta dabeşkirina ava paqij ya vexwarinê ji bo taxên bê avên Kerkûkê ragihand.
Her yek ji birêzan Rêbwar Mehyedîn Berpirsê Nivîsîngeha Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Ehmed Serdar Berpirsê Amêran li Birêveberiya Ava Kerkûkê di derbarê wê helmetê ji bo ragihandinê axivîn.
Di destpêkê de Berpirsê Nivîsîngeha Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, wê yekê xiste rû ku proje bi hemahengî li gel Birêveberiya Ava Kerkûkê ve tê bi cîh kirin û hema mehekê berdewam dibê. Wekî behs kir, helmeta dabeşkirina ava paqij ya vexwarinê li taxa Kurdistan li Kerkûk destpêdike. Her wiha got: “Ew malbatên ku nexweşên wan heye, yan pîr û temen dirêjin û şiyana wan ya veguhestina sondeyê ji bo serbanê malên wan nîne, karker ji bo wan hatiye dabîn kirin û dema projeyê heta meheke û hewl jî didîn dema wê dirêj bikîn”.
Ji aliyê xwe ve Ehmed Serdar Berpirsê Amêran li Birêveberiya Ava Kerkûkê, ji bilî derbirîna spas û pêzanînên ji bo wê hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, behsa ewe kir ku li wan taxên ava paqij ya vexwarinê tê dabeş kirin, nîştecihên wan hejar û kêmdahatin, her wiha got: “Li Birêveberiya Ava Kerkûkê me 30 tanker heye heta 24 demjijêr avê dabeş dikîn. Lê belê ev helmeta dabeşkirina avê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî encam dide û ji bo mehekê berdewam dibê, cihê xweşhalî û spas û pêzanînê ye”.