Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li rêwresmek da ku roja 31\07\2023 li hotel Rotana li Hewlêr birêveçû, ragihand, bi hevkariya nexweşxaneya pîsporiya dil û bi hevbeşî li gel şanda komek pizîşkên Qeterî, neştergeriya dil ji bo 70 zarokên tûşbûyên nexweşiya dil tê encamdan.
Li vê rêwresmê da ku birêzan parêzgerê Hewlêr, Wezîrê Tendirustiya Hikumeta Herêma Kurdistanê, birêveberên birêveberiya giştiya Wezareta Tendirustî, Konsûlê Qeter û Nûnerê Heyva Sora Qeterî, berpirsê fermangeha rêxistinên nehikûmî, berpirsê leqa Hewlêrê ya Heyva Sora Iraqî û hejmarek ji xwediyê kompanya û sermayedarên xêrxwaz, amade bûn, çend gotar hatin pêşkêş kirin.
Di destpêkê de birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li gotarek da, ji bilî bixêrhatina amadebûyên birêz, spas û pêzanînê ji bo piştevaniyên qonaxa duyema projeyê derbirî. Heman demê de behsa ewe kir ku rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, gelek bi dilgermiyê ve, me han dane ku hemû şiyanên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bixin kar, bo ku li wê babetê da bikarîn xizmetê zêdetir bikin. Ewe jî eşkere kir ku li ser erkê rêzdar Mesrûr Barzanî qonaxa yekema projeyê hatiye bi cîhkirin ku 37 zarok neştergeriya dil ji bo wan hatiye kirin. Heman demê de rola birêzan birêveberê navenda dil li Hewlêr (Dr Şehab Elî û tîma wî) bilind nirxand û spasî hevkarî û palpiştiya wan û hemahengiya wan li gel hemû tîmên beşdarê projeyê kir. Her wiha spasî Dêra Teyfunî Swîsrî kir ku beşdariyê li qonaxa sêyema wê projeyê da kirine.
Birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tekez li wê yekê kir ku hejmara zarokên nexweş gelekin ku pêwîstiya wan bi neştergeriya dil heye, ji bo wê yekê daxwaz ji sermayedaran û xêrxwazên Kurdistanê kir, palpiştiya projeyê bikin, bo ku neştergerî ji bo hejmarekî zêdetirê zarokên tûşbûyê nexweşiya dil bikin. Her wiha got: “Ew palpiştî jiyana çendîn zarokan ji mirinê rizgar dike”.
Birêz Dr. Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiya Hikumeta Herêma Kurdistanê li gotarek de piştî bixêrhatina amadebuyan, projeyê bi karekî “dilxweşker û hêvîbexş û tevahî mirovdostî” bi nav kir. Heman demê de got: “Ragihandina vê projeyê di demek daye ku em bîranîna kovaneke mezin dikîn ku roja jenosayda Barzaniyane û hemû salek 31ê temmûz enfala Barzaniyan û hemû enfalan bi bîr tînîn ku veşartin û zîndî biçalkirina dilên zîndiyan bû”.
Paşê spas û pêzanînên xwe ji bo kar û çalakî û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hevbeşên wê derbirî, bi taybetî ku got: “Zîndîkirina dilên zikmakiya nexweşan” û şandina zarokên nexweş ji bo derveyê welat kareke ber bi çav kirine. Got: “Proje pîroze û wekî Wezareta Tendirustî palpiştiya tevahî û hemahengiya zêdetir dikîn ku eve ji bo kêmkirina rêjeya mirin û kêmkirina rotîne ji bo şandina zarokên nexweş ya derveyê welat û eve jî hevkarî û palpiştiya hejarane û li heman demê de dirustkirin û anîna ezmûne ji bo navendên dil yên li Herêma Kurdistanê”.
Wezîrê Tendirustî eve jî xiste rû ku li sala 2022 pişkinîna ekoya dil ji bo 74.600 kesan hatiye kirin ku zêdetirê 7000 ji bo zarokan bûye. Her wiha zêdetirê 15.445 qestereya dil hatiye encamdan, ji bo rizgarkirina jiyana wan û 140 neştergerî ji bo zarokan hatiye kirin. Bi giştî hejmarek ji wan nîştecihê derveyê Herêma Kurdistanê ne û li parêzgehên dinê Iraqê ve hatine û hatine çareser kirin.
Her li vê rêwresmê da her yek ji birêzan Konsûlê Giştiyê dewleta Qeter li Herêma Kurdistanê Meşel Bin Abdulla Meşel El Fehîd Elhacirî, Mihemed Selah Îbrahîm Berpirsê bihanaveçûna li Heyva Sora Qeterî, Barzan Ekrem Mentik Berpirsê Fermangehên Nehikûmî, Hawrê Îhsan Berpirsê Heyva Sora Iraqî -Leqa Hewlêrê, li peyamên xwe da projeyê bilind nirxand û tîşk xistin li ser karê pêkveyî û hemahengiya zêdetir ya ji bo rizgarkirina giyanê nexweşên dil û spas û pêzanînên xwe ji bo çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hevbeşên wê derbirî.