Serê rêzê ji bo qurbaniyan ditewînîn û hêviya rizgariyê ji bo tevahiya xûşk û dayikên Êzdî ji destên terorîstan dixwazîn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li yekemîn roja êrîşa Kurdên Êzdî ji aliyê terorîstan û koçberbûna wan we, li tenişt Êzdiyan û bi giyanekî dilsozane û Pêşmergane hemû hewlekî xwe ji bo xizmeta koçber û lêqewimiyên Şingalê pêşkêşkir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya xizmetkirina bi peyamên mirovî, xizmeta Kurdên Êzdiyan bi erkê xwe zaniye û berdewame li karên miroviyên xwe, ewê li şiyana wê da hatibê, ji bo xizmeta lêqewimiyên Şingalê xistiye rû, di destpêkê de li rêya firoke û paşê li çiyayê Şingalê ve, heta ku nîştecîhbûna wan li nav wargehan, hevbeş û hevkarê hemû Kurdên koçberkiriyên Êzdiyan bûye.
Li salvegera vê karesatê da, daxwaziya xwe tekez dikîn, ji bo dabînkirina jiyanekî hêja û şerafetmendane, ji bo Kurdên Êzdî û hemû koçberên din, daxwazê ji Hikumeta Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan dikîn, bi erkê xwe berpirsiyariyê rabin û xizmeta vê xelkê lêqewimî bikin û her çi zûye keşêkî baş ji bo vegerandina wan ya li ser mal û warên wan bê dirust kirin. Jiyanek ku êdî ji tirsa li gefên grubên terorîstî û nakokiyên serbazî û dijminên tarîperest nebê.
Spasî hemû sazî û damezrawe û fermangeh û rêxistinên Herêma Kurdistanê dikîn ji bo li xwe girtina koçberan û xizmetkirina wan û anîna keçên revandiyên Êzdî. Spasî hevkariya rêxistinên miroviyên cîhanî dikîn ku li yekem roja wê karesatê, hevkar û piştevanê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûn, ji bo xizmeta lêqewimiyên Şingalê, daxwaziya xwe jî dûpat dikîn ku li hevkarîkirina koçberên Kurdên Êzdî ji bîr nekin û sariyê nîşan nedin, wan pêwîstî bi hemû hevkariyeke û hêjayê hevkarîkirina wanin ji bo derbasbûna rewşa nexwestî û dabînkirina jiyanekî hêja.
Keçên Êzdî, hêmaya berevanî û şerefê ne, bi giyan û ruhê xwe bûne sembola parastina giyanê dayik û bav û birayên xwe, pêwîste keçên hatin vegerandin gelek bi rêz ve derfeta jiyanê bi wan bê dayîn, erkê exlaqî û mirovî ya hemû aliyeke ji bo vegerandina tevahiya jin û keçên Êzdî yên hatibûn revandin, hemû hewlekê xwe bidin.
Li dawiyê da carekî din, daxwazê ji rêxistina Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên miroviyên dinê cîhanî û welatên cîhanê dikîn, piştevan bin ji bo rexsandina jiyanekî asayî ji bo Kurdên Êzdî, ku ewe kêmtirîn maf û biçûktirîn qerebûkirina wane, berdewam jî bin bi jenosaydnasandina tawankariyên dijî Kurdên Êzdî li hemû welatan, bo ku mafên wan yên hatine zeftkirin vegerin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
03/08/2023