Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargeha Dareşekran çendîn xulên cûr bi cûr vedike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), rêkefta 05/09/2023 li Navenda Rewşenbîrî û Civakiya Qedrî Can li wargeha Dareşekran ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê çendîn xulên cûr bi cûr vekir.
Di destpêkê de xulekî bihêzkirina zimanê Kurdî ji bo qonaxê seretayî ya ji bo 30 xwendekarên keç û kur hate vekirin. Heman demê de 15 xwendekar li xula bihêzkirina waneya Fîzya ya ji bo xwendekarên pola 12 sûdmend bûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her li heman rêkeftê, xulekî xweşikiyê ji bo xanimên wargehê vekir. Li vê çalakiyê jî 13 jin sûdmend bûn. Her wiha li xula Eksasuara 12 jin beşdar bûn, li xulekî dirûtina cilubergê xaniman jî 15 jin sûdmend bûn.
Her li heman rojê xulekî wênekêşanê ji bo 15 keç û kuran hate vekirin û li xula komputer jî ku taybet bû bi (dîzaynkirina yariya ji bo zarokan – Scragg) 13 zarok sûdmend bûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, berdewam girîngiyeke zêde bi vekirina xulên cûr bi cûr bi mebesta veberhênanê û têkelbûna bi bazara kar daye, bi taybetî ji bo koçberên û penaberan ku li wargehên Herêma Kurdistanê da nîştecihin, li derveyê tixûbê Herêma Kurdistanê jî tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gelek çalakiyên wekî wê encam daye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest