Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta sersaxiyê serdana Konsûlê Kuweytê kir

Musa Ahmed

Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û şanda li gel, roja 19.12.2023 bi mebesta pirse û sersaxiya li gelê Kuweytê bi sedema koça dawî ya birêz Mîrê Kuweytê (Şêx Newaf Ahmed Cabir Al Sabah), serdana birêz Osman Dawid El Dawid Konsûlê Giştiyê Kuweyt li Hewlêrê kir.
Birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi navê Serokayetiya Dezgehê û tevahiya karmend û xwebexş û zarokên azîz û koçber û penaberan, sersaxiyê pêşkêşî xanedanê Mîrê koçkiriya Kuweytê, Konsûlê Giştiyê Kuweyt li Hewlêr û gelê Kuweyt bi giştî kir. Tekez jî li wê yekê kir ku şêxê koçkirî herdem li xizmeta mirovayetî û hejar û kêmderamet û koçber û penaberan buye, li rêya Konsûlê Dewleta Kuweyt li Kurdistanê û li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, berdewam hevkariya zarokên azîz (sêwî) yên Kurdistan û Iraqê kiriye û herdem xizmeteke ber bi çav bi koçber û penaberan kiriye. Daxwaz jî kir xwedayê mezin û dilovan lê xweş bê û bi behişta fireh şad bike û hedarê bi malbata wî ya rêzdar û me hemûyan bide.
Ji aliyê xwe ve birêz Konsûlê Giştiyê Kuweyt li Hewlêrê spasî wê hevxemiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û hemû kar û proje û çalakiyên mirovî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bilind nirxand.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest