2 milyon dolar ji beşa duyema mûçeya azîzan tê dabeş kirin

Beşa Azîzan û bê hevjînan, yek ji beşê serekiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ku li sala 2012 li çarçêweya konferansek da bi amadebûna Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rêzdar Mesrûr Barzanî ve projeya azîzan (zarokên sêwî) hate ragihandin û destbikar û çalakiyên cûr bi cûr kir. Karê pêşînê vê beşê pêkhatiye ji pêşkêşkirina xizmetguzariyên li hemû warên (maddî, perwerdeyî, tendirustî û xweşguzeranî) ya ji bo azîzan û malbatên wan.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li rêya yekîneyên azîzan û bêhevjînan ya nivîsîngehên ser bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li meha 12ê sala 2023 mûçeya azîzan (300 dolar ji bo her azîzek) li beşa duyema projeya Kurdistanî bi vî awayê xwarê dabeş kir:
– Li Nivîsîngeha Hewlêr, li tixûbê parêzgeha Hewlêrê 800 zarokên azîz mûçeyên xwe wergirtin.
– Li Nivîsîngeha Dihokê, li tixûbê parêzgeha Dihokê 594 zarokên azîz mûçeyên xwe wergirtin.
– Li Nivîsîngeha Silêmanî, li tixûbê parêzgeha Silêmanî 553 zarokên azîz mûçeyên xwe wergirtin.
– Li Nivîsîngeha Kerkûkê, li tixûbê parêzgeha Kerkûkê 655 zarokên azîz mûçeyên xwe wergirtin.
– Li parêzgeha Helebçe, li tixûbê parêzgeha Helepçe 55 zarokên azîz mûçeyên xwe wergirtin.
– Li Îdareya Serbixweya Soran 91 zarokên azîz mûçeyên xwe wergirtin.
– Li Îdareya Serbixweya Zaxo 102 zarokên azîz mûçeyên xwe wergirtin.
– Li Nivîsîngeha Şingalê jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mûçeya azîzan bi ser 261 zarokên azîz yên li devera Şingal û Zummar û li nav wargeha koçberên tixûbê parêzgeha Dihokê dabeş kirin.
Bi giştî diravê hatiye dabeşkirin 2.013.500 dolarên Amerîkî bûn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest