Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), ji bilî li dabeşkirina hevkariya xorekî û nexorekî û li tixûbê Efrînê û vekirina xûlên perwerdehî û pîşeyî li “Navenda Barzanî ya rewşenbîrî û geşepêdanê” li Efrînê, tîma geroka pizîşkî ya ser bi nivîsîngeha Efrînê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xizmetguzariyên pizîşkî pêşkêşî nîştecihên çendîn bajar û gundên ser bi bajarê Efrînê kirin.
Nîştecihên navçeya Efrînê û bajarok û gundên dewrubera wê piştî vegerana wan ya li ser warên wan pêwîstiya wan bi hevkariya xorekî û nexorekî û pizîşkiyê heye. Ji bo wê yekê nivîsîngeha Efrînê ya ser bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya çalakiyên xwe da, van pêdiviyan ji bo wan dabîn dike û li hevkarîkirina wan berdewam dibe.
Li rojên 10 û 11 û 12ê meha 8ê 2024 xizmetguzariyên pizîşkî pêşkêşî niştecihên gundên (Xizirya, Şîxurzê, Elî Karo, Heyamlî) ya ser bi bajarokên Bilbil ya li tixûbê Efrînê kir. Ew kesên sûdmendbûn li vê xizmetguzariya pizîşkî bi vî awayî bûn:
Li gundê Xizirya 38 kes (4 zarok, 22 jin û 12 zilam)
Li gundê Şîxurzê 38 kes (17 zarok, 19 jin û 2 zilam)
Li gundê Elî Karo 60 kes (15 zarok, 29 jin û 16 zilam)
Li gundê Heyamlî 31 kes (5 zarok, 22 jin û 4 zilam).
Ev pişkinîn diyarîkirina nexweşî û şîrovekirin û pêdana derman û çareseriyê li xwe digrê, bi cûreyek tîma geroka pizîşkî her rojê diçê gundekî, bo ku nîştecihên gundên li dewrûbera Efrînê û bajarokên wê sûdê jê bibînin.