Êleka Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku karmend û xwebexşên vê dezgehê li ber dikin, logoyekî li ser hatiye nexşandin, wêneyê rêber û bavê ruhî yê neteweyî “Mistefa Barzanî” li nava du bazneyan da (Li ser sing û pişta êlekê) hatiye danîn. Ewe jî felsefeya karê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dixerû, Erkê vê dezgehê jî gelek girantir dike. Ji ber wê şopa fikr û hizra mirovdostiya Barzaniyê Nemire ku herdem tekez li ser pêkve jiyan û aştîvanî û xizmetkirin û jîngehparêziyê kiriye.
Birêz Rizgar Ubêd Birêveberê Beşa Zincîra Dabînkirinê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, mînaka hemû êlekên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her li destpêka damezrandina wê dezgehê li sala 2005 heta niha li cem xwe ragirtiye û li jûra xwe ya kar de daniye. Di derbarê yekem êlek jî ku rengê wê reş bûye, heta êleka dawî ku rengê wê xakî ye û karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema çalakiyan de li ber dikin, dibêje: “Di destpêkê de yekem ezmûn bû, ji bo wê yekê rengê reş hatibû destnîşan kirin, lê belê kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tenê bi navçeyek, yan tixûbek ve nehatiye girêdan û li her cîheke vê dinyayê xelk pêwîstî bi hevkariyê hebê, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikarin li wan cîhan amade bin û karê hawar hatinê û xizmetguzarî û alîkariyê bikin, ji bo wê yekê niha jî êlekên dezgehê bi rengê xakîne”.
Li bersîva wê pirsiyarê da jî ku yekem êlek ji bo kijan çalakiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatiye li ber kirin? Birêz Rizgar Ubêd got: “Li gel encamdana yekem çalakiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeyekî dar çandinê de buye ku 4.500 nemam û dar li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê çand. Parastina jîngehê li eqîde û baweriya Barzan da ciheke xwe ya taybetî heye. Şêx Ehmedê Barzanî dehan sal berî Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî çemkê jîngehê û jîngehparêziyê bikar aniye û xelkê ji bo parastina jîngehê han daye”.
Xelk li navxweya Kurdistanê bi çaveke rêz ve li êleka Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dinêrin, şanaziyê bi karmendên wê dikin. Her wiha li wan welatên ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kar têda kiriye, rêzekî taybetî li wê êlekê hatiye nîşandan. Her wekî Birêveberê Beşa Zincîra Dabînkirinê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Ew rêza li karmend û êleka Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li welatên din tê girtin, gelek zêdetire ji wê rêzgirtina xelkê Kurdistanê. Dema ji bo bihanaveçûna xelkê Tirkiyê ve çûyîn, piştî rûdana karesata erdhejan, şeva yekem kesek rê li me girt û yekser logoya êlekê maç kir û got: Amademe xwebexşane hevkariya we bikim, ji ber ku wêneyê rêberê dîroka Kurd General Barzanî li ser logoya we ye…
Şevekî din li Urfa bûyîn, tîma me zêdetirê ji bîst kesan pêkhatibû û derengên şevê seet yek û nîv bû. Ji bo mayîn û bîhnvedanê em, cîhek da digeriyayîn, kesek hat û bi rica û tikakariyê me bir mala xwe. Piştî nanxwarinê li dîwanxaneya wî û di dema malavayî û xatir xwestinê, ewî şêxî logoya êleka min maç kir û got: Hûn Kurd qîmeta vî zilamê mezin nizanin çend mezine. Navê Mela Mistefa Barzanî, navekî pîroze û mulkê hemû Kurdeke û hemû dîroka Kurd qerzdarê wî ye, xwedayê mezin bi behiştê wî şad bike”.