Xizmetguzariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo ziyaretkarên çileya Îmam Husên bilind dinirxînin

Rêzdarên Parêzgerê Hewlêrê û Serkonsulê Komara Îslamiya Îran li Hewlêr, rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li pêşwazîkirina ziyaretkarên Çileya Îmam Husên û asta xizmetguzariyan bilind dinirxînin.

Li civîneke medyayî ku bi amadebûna birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê û Nasrulla Reşnûdî Serkonsulê Komara Îslamiya Îran li Hewlêrê, li rêkefta 20/08/2024 taybet bi hatina ziyaretkarên Çileya Îmam Husên li Hewlêrê hate encamdan, balkişand li ser rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya beranber bi pêşwazîkirin û dabînkirina cihên mayîn û hewandinê ji bo ziyaretkaran û ji bo wan dabînkirina xwarinê û asta xizmetguzariyan bilind nirxand.
Di destpêkê de rêzdar Nasrulla Reşnûdî Serkonsulê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêr, li daxuyaniyek da ji bo medyakaran, ji bilî bixêrhatina amadebûyan, spas û rûmetên xwe ji bo Hikumeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û polîs û asayîş û birêveberiyên veguhestin û tendirustiyê ji bo hêsankarî û dabînkirina xizmetguzariyan derbirî. Heman demê de got: “Ez nikarim li vir navê hemû aliyên ku sêyemîn sale li Herêma Kurdistanê xizmeta ziyaretkarên çileya Îmam Husên (Silavên Xwedê lê bê) dikin bibêjim, ji ber ku navê hemûyan li bîra min nîne, lê belê ew erk û xizmetguzariyên ku wan aliyên azîz û bi taybetî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kiriye, cihê spas û rûmetê ye û hêvîdarîn ji bo salên bê jî bikarîn van karên xêrê bi awayeke baş bi cîh bikîn”.
Serkonsulê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêrê, eve jî eşkere kir ku li rêkefta 08\08\2024 heta 20\08\2024 zêdetirê 75 hezar ziyaretkar li tixûbê Hacî Omeran ve hatine Hewlêrê ku jimareyekî ber bi çave û li çend rojên bê de jî ev hejmar gelek zêdetir dibe. Mizgîniya ewe jî bi ziyaretkaran da ku pasên Herêma Kurdistanê ku hilgirê ziyaretkaranin li nêzîkî Kerbela cihên wan hatine destnîşan kirin. Ji bo ku ziyaretkar di dema vegeranê de tûşî sergêjiyê nebin.
Paşê Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, ji bilî bixêrhatina amadebûyan, behsa ewe kir ku ji bo sala sêyeme ku ziyaretkarên li derbasgeha Hacî Omeran ve têne Hewlêra paytext û li du salên derbasbûyî ezmûneke baş hatiye wergirtin. Îsal bi awayeke gelek baştir xizmeta wan ziyaretkaran tê kirin ku ji Hewlêrê ve serdana bajarên pîrozên Iraqê dikin. Heman demê de got: “Em li Hikumeta Herêma Kurdistanê û li ser hemû astan, bi taybetî li jêr rasparde û rêkarên cenabê Serok Mesûd Barzanî ku her li yekem rojê ve ferman kiriye, çi pêwîste hêsankariyan pêşkêşî ziyaretkarên xweşdivî bê kirin. Her wiha cenabê Serokê Herêma Kurdistanê û cenabê Serokê Hikumetê bi berdewam pesnê wê karê kirine û hemû aliyek raspardine, îdare, dezgehên asayîş û polîs, xizmetguzariyên tendirustî û hemû aliyên din xizmetguzariyên pêwîst pêşkêş bikin. Her wiha birêz Wezîrê Navxo bi berdewamî çavdêriya proseyê dike”.
Parêzgerê Hewlêrê li beşa dawiya axaftina xwe de got: “Spas ji bo xwedayê mezin hîç giriftek nehatiye pêş û ji vir ve destxweşiyê li wan hemû tîmên Hikumetê dikim. Her wiha gelek spas ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku bi hemahengî li gel Navenda Qeyranan hêsankariyê pêşkêşî wan xweşdiviyan dikin”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest