Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Komelgeha Dayik ya li Îdareya Serbixweya Soran vekir

Bi fermana cenabê Serok Mesûd Barzanî, Komelgeha Dayik li Îdareya Serbixweya Soran bi standardeke navdewletî û bi kalîteyeke gelek bilind ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hate avakirin û bi fermî hate vekirin.
Li rêwresmeke taybetî û bi amadebûna rêzdaran Sîdad Barzanî Nûnerê Cenabê Serok Barzanî, Mela Mistefa Barzanî, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Wezîrê Perwerde, Wezîrê Tendirustî, Serperştyarê Îdareya Serbixweya Soran, Cîgirê Wezîrê Karubarê Civakî, Serokê Yekîtiya Mamostayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên hikûmî û hizbî û akademîst û kesayetiyên olî û çalakvanên medenî ve, li rêkefta 08\09\2024 Komelgeha Dayik li tixûbê Îdareya Serbixweya Soran hate vekirin.
Rêzdar Sîdad Barzanî Nûnerê Cenabê Serok Barzanî, li rêwresma vekirina Komelgeha Dayik de, ji bilî bi xêrhatina amadebûyan, gotarek pêşkêş kir û li beşeke axaftinên xwe de got: “Ev komelgehe li ser rasparde û dûvdaçûna raste rast û berdewamê Serok Barzanî hatiye avakirin. Mebesta Serok Barzanî ewe bû ev komelgehe bi navê dayik bê, wekî wefayek ji bo dayika Hemayil û hemû dayikên şehîd û enfal û dayikên ciger şewitiyên Kurdistanê ku rûbirûyê ked û zehmetî û koçberiyê bûne”.
Xweşhaliya xwe jî li wê yekê derbirî ku ji bo yekemîn care li devera Soran bi awayeke akademî û zanistî navenda xwendinê ji bo nebihîstan û nebînayan û navenda otîzmê tê vekirin û got: “beşeke dinê vê komelgehê taybete bi xaneya bi salaçûyan û zarokên bêserpereşt, ku xweşbextane jimareya bi salaçûyan kême û zarokên bê serpereşt jî nîne”.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li gotarek da piştî bi xêrhatina amadebûyan, got: “Me herdem wiha wesfê xwe kiriye, Pêşmergeyên cenabê Serok Barzanî ne, bi taybetî jî li bi cîhkirina raspardeyên wan û ev raspardeya wan jî raspardeyekî gelek girîng bû ku vekirina komelgeheke bi navê Komelgeha Dayik e. Em şad û bextewerîn ku karmendên me li çarçêweya vê komelgehê da û bi şêwazeke standardeke navdewletî, xizmetê bi xweşdiviyên xwediyê pêdiviyên taybet, nexweşiyên zikmakî, bi salaçûyan dikin”. Her wiha got: “Ev komelgehe karekî girînge ji bo Soran û ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji ber ku ewe karên me yê li xizmetkirinê gûherî ji bo şiyandin û pêşxistin û binyadnana takeke behremend”. Tekez jî li wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemû şiyanên xwe ve kar dike ku li bajar û bajarokên dinê Kurdistanê jî komelgehên wekî vê veke.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li beşa dawiya gotara xwe da spas û pêzanînên xwe ji bo wan hemû kesan derbirî ku bi navê wê projeyê da, bê westan kar kirine, daxwazê ji kesên akademî û xwedî behreyan jî kir ku bi fêrkariyê de hevkariya wan bikin û ewe jî bi armanceke mezin bi nav kir.
Birêz Helgurd Şêx Necîb, Serpereştyarê Îdareya Serbixweya Soran, li gotara xwe de tekez li wê yekê kir ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku vê komelgehê pêşkêşî xelkê navçeyê kiriye, li salên derbasbûyî jî kêmasiyê li xizmetkirina welatiyan li tevahiya kertan de nekiriye”. Her wiha got: “Em xema wan malbatan têdigihin ku xwediyê zarokên otîzmê ne, ji bo wê yekê Hikumeta Herêma Kurdistanê hevkariya wan dibe. Komelgeh dibê jiwanek ji bo salaçûyan ku pêwîstiya wan bi xizmetkirinê ye, ev navend hevkariya nebîna û nebihîstan dike ku bibin beşek ji pêşxistina civakê û pêşxistina welat”.
Komelgeha Dayik şeş avahiyên taybet (Navenda Otîzm, Xaneya Bisalaçûn, Xaneya Bêserpereştan, Xaneya Kultûrî, Peymangeha Nebihîstan û Peymangeha Nebînayan) li xwe digre. Her wiha cihê werzîş û yariyan ji bo hemû sûdmendan hatiye dabîn kirin.
Xwedîlêkirin û Birêvebirina Komelgeha Dayik li ser Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dibe. Tevahiya xizmetguzariyên vê komelgehê bê beranber û li ser erkê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî têne pêşkêş kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel Wezareta Karukarubarên Civakî û li gor rêkarên pîsporan, rahêneran û fermanberên (Komelgeha Dayik) ku ji lêkolînerên derûnî û civakî û perwerdehî pêktê, ji bo hemû beşan amade kiriye û li ser awayeke standardên cîhanî kar li ser hatiye kirin.
Ev komelgehe xizmeteke berfireh û ber bi çav bi xelkê deverê dike. Cenabê Serok Mesûd Barzanî girîngiyeke zêde bi projeyê daye, têçûya wê li stûyê xwe girtiye û fermanê daye bi kalîteyeke bilind û li gor standardên cîhanî bê bi cîhkirin û bi baştirîn awayî xizmeta çînên taybetmend û niyazmendên deverê bike.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest