Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xula fêrbûna yariya satrancê ji bo zarokên azîz heta yek heyvan vekir û li dawiya xulê da jî hemû beşdarbû hatin xelat kirin û pehlevanê xulê jî hate destnîşan kirin.
Yekîneya Azîzan û Bêhevjînan ya li Nivîsîngeha Hewlêrê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xula fêrbûna yariya satrancê ji bo zarokên azîz (sêwî) vekir. Xul ji bo yek mehan (22\08\2024 heta 22\09\2024) berdewam bû. Umêd Bîlal Şakir Rahênerê Xulê karî 16 zarokên azîz bi tevahî fêrî yariya satrancê bike û li dawiya xulê da jî kêbirkêya bi destanîna nasnavê pehlevaniya xulê hate encam dan.
Umêd Bîlal Şakir Rahênerê Xulê dibêje: ” 16 zarokên azîz li xula yariya satrancê de beşdar bûn. Spas ji bo Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku girîngiyeke tevahî bi projeyê da. Li xula satrancê 16 zarok û nûciwanên azîz bi tevahî fêrî yariyê bûn û hemû jî li dawiya xulê de hatin xelat kirin. Lê belê xelata pileya yekem û duyema xulê hinek cûda bûn”. Di derbarê plan û bernameya paşerojê jî got: “Bi niyazîn tîmek bi navê (Tîma Barzaniyê Nemir ya satranc)ê taybet ji zarokên azîz dirust bikîn, ji bo ku bikarin li ser asta Herêma Kurdistanê beşdarî li pehlewaniyên yariya satrancê bikin”.
Loqman Şukir Hemd, temenê wî 17 sale û buye pehlewanê xulê û piştî debirîna spas û rûmetên xwe yên ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rahînerê xulê dibêje: “ku hatim nava xulê de beşdar bûm, min çi nedizanî û her wiha min nedizanî tevger çawanin. Birastî birêz Mamosta Umêd gelek yarmetiya me da û destxweşiyê lê dikim”. Her wiha got: “Hemû beşdarbu xûşk û birayên minin û hêvîdarim em hemû berdewam bîn û me asteke baştir hebê”.
Îbrahîm Celal Îsmaîl, ew jî temenê wî 17 sale û karî pileya duyem ya pehlewaniyê bi dest bîne. Her li vî derbarî de dibêje: “Gelek dilxweş bûm ji bo beşdariya vê xulê û li sayeya mamostayê me gelek tişt fêrbûyîn. Birastî ew yarî ji bo geşbûna mêşk gelek başe û hêvîdarim Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xulên zêdetir ji bo veke”.
Nadiye Sabir dayika du zarokên beşdarbûyê xulê ye û dibêje: “Birastî cihê destxweşiye, du zarokên min li vê xulê de fêrî yariyê bûn û asta wan gelek başe, bi taybetî Somaya keça min ku şeş mehê temena wê bû, bavê xwe ji dest da. Mixabin çend roj nexweş bû, nekarî li xulê de beşdar bibê, nexwe wê asteke bilindtir bi dest dianî. Bi giştî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî herdem ji bo wan zarokên ji naza bav bêbeş bûne, himbêz kiriye. Ji bo wê yekê herdem û li hemû cîhekê spasiya wan dikîn.”
Roja yekşema rêkefta 22\09\2024 li rêwresmeke taybet da li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê, yariya dawî ya di navbera Loqman Şukir Hemd û Îbrahîm Celal Îsmaîl hate encam dan û Loqman Şukir Hemd karî nasnavê pehlewaniya xulê bi dest ve bîne. Hemû beşdarbuyên xulê jî hatin xelat kirin.







