Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî avahiya nû ya Kolêja Zanistên Îslamî ya li Hewlêrê vekir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi amadebûna çendîn kesayetiyên olî û akademî û berpirsên hikûmî û îdarî, avahiya nû ya Kolêja Zanistên Îslamî ya li Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê vekir.

Bi amadebûna rêzdaran Piştîwan Sadiq Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî û Nûnerê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, Konsulê Giştî yê Kuweyt li Herêma Kurdistanê, Serokê Yekîtiya Zanayên Olî ya Kurdistanê, Serokayetiya Zanîngeha Selahedîn û çendîn kesayetiyên akademî û berpirsên hikûmî û îdarî, roja çarşema rêkefta 02\10\2024 li rêwresmeke taybet da, avahiya nû ya Kolêja Zanistên Îslamî ya li Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê bi fermî vekirin.
Her li vê rêwresmê da ji bilî bi xêrhatina amadebûyan, di destpêkê de vîdeoya dirustkirina wê avahiya bêhempa hate nîşandan ku têda balkişandibûn li ser wê yekê ku avahiya Kolêja Zanistên Îslamî bi têçûya 4.556.530 dolaran li ser rûberê 13.000 m2 hatiye avakirin. Di dema 456 rojan ji bo temamkirina wê hatiye diyar kirin.
Paşê gotara rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ji aliyê birêz Piştîwan Sadiq Wezîrê Ewqaf û Karubarên Olî ve hate xwendin. Li destpêka vê peyamê da silav û rêz û pîrozbahiya cenabê Serok Wezîr bi amadebûyan ragihand û paşê tîşk xiste li ser rola bi bandor ya xizmetkirina Kurdan bi zanistên îslamî û tekez li wê yekê jî kir ku li Kurdistanê me kêşeya olî nebûye, belku me kêşeya niştiman û nasnameya neteweyî hebûye ku mamosta û kesayetiyên olî dikarin li wî warî da roleke ber bi çav bibînin. Tekez jî li wê yekê kir ku: “Mîlletê Kurd, mîlletekê misilman û aştîperwere”, û got: “Em li Kurdistanê şanaziyê bi pêkvejiyana olî û neteweyî dikin. Gelek zerûre her em hemû wekî çavê xwe wê pêkvejiyanê biparêzîn”. Ewe jî xisterû ku niha zêdetirê yek milyon xûşk û birayên Ereb li Hewlêr û Dihokê dijîn. Ewe jî dûpat kir ku peywendiya Herêma Kurdistanê li gel welatên Îslamî li navçeyê gelek başe û wekî mînak jî bi vekirina avahiya nû ya Kolêja Zanistên Îslamî da zanîn. Heman demê de spasî Konsûlê Kuweyt li Herêma Kurdistanê kir ku “wekî pirek rola xwe li bihêzkirina wan peywendiyên di navbera gel û Hikumeta Herêma Kurdistanê li gel gel û Hikumeta Kuweytê hebûye”.
Paşê vîdeoya avakirina avahiya nû ya Kolêja Zanistên Îslamî ya li Tikrîtê hate nîşandan.

Piştî wê jî birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li gotara xwe da ji bilî bi xêrhatina amadebûyan, vekirina avahiya nû ya Kolêja Zanistên Îslamî ya li Hewlêrê bi cihê şanaziyê bi nav kir û hêvî xwest “bibê rêçikeke bi hêz ya di navbera navendên zanistiyên Herêma Kurdistanê û navendên zanistiyên oliyên welatê Kuweytê”.
Rêzdar Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li dirêjahiya axaftina xwe de got: “Bi navê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasî wê baweriya bê sînora Komeleya (Cem`îya Îxaseya Kuweytî) dikin ku bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re hebûye ku ew rijd bûn li ser wê yekê ku Kolêja Zanistên Îslamî ya li Zanîngeha Tikrîtê jî her Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serpereştiya wê bike”. Li beşa dawiya gotarê da jî spasî taybetî welatê Kuweyt û rêzdaran Konsûlê niha û Konsûlê berê yê dewleta Kuweyt li Herêma Kurdistanê kir ku wekî çiyayek li pişta hevkarî û gihandina alîkariya mirovî yên cûr bi cûr li warê xorekî û nexorekî û perwerdehiyê tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi koçber û penaberan bûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî li gel Komeleya Hawarçûna Kuweytî û Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê li rêkefta 08/06/2022 berdê bingeha vê kolêjê danîbû. Avakirina kolejekî bi vî awayî li Tikrîtê jî bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatiye spardin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest