Şanda rêxistina Komciwan serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û şûnewar û cihên girîngên Kurdistanê kir.
Şanda rêxistina Komciwan bi serpereştiya Serokê rêxistinê birêz Kawîn Elî li rêkefta 16\09\2024 gihîştin Hewlêrê û ji aliyê beşa Peywendiyên Giştî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Balafirxaneya Hewlêrê hatin pêşwazî kirin. Mebesta şandê ewe bû li nêzîk ve Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û şûnewar û cihên girîngên Kurdistanê bibînin û bi kultûr û dîroka kevnara Kurdistanê binasin. Her bi vê mebestê û li gel karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana gelek cihan kirin, serdan û hevdîtinên wan jî bi vî awayî bûn:
Li rêkefta 17\09\2024 serdana Barzan û Mezarê Nemiran û Muzexaneya Enfala Barzaniyan kirin. Pêşwazîkarên birêz bi hûrî behsa dîroka Barzan û cangoriyên Kurd û şoreşên Barzaniyan ji bo şanda mîhvan kirin. Her li heman rojê şandê serdana şikefta Şaneder kirin.
Li rêkefta 18\09\2024 serdana Parlemena Kurdistanê û qela Hewlêrê kirin. Bi vê serdanê jî bi yasayên Kurdistan û dîroka qela Hewlêrê ji nêzîk ve nasîn.
Li 19\09\2024 serdana parêzgeha Dihokê kirin û birêz Cîgirê Parêzgerê Dihokê bi germî pêşwaziya wan kirin û çendîn mijarên taybet bi parêzgehê guftûgo kirin.
Li rêkefta 21\09\2024 serdana Monumenta Enfalan li Helebçe û Muzexaneya Emne Sûreke ya li Silêmaniyê kirin û li nêzîk ve bi wan tawan û sîtemkariyan zanîn ku beranber bi mîlletê aştîxwazê Kurd hatine kirin.
Şanda mîhvan li rêkefta 22\09\2024 serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Hewlêrê kirin û li gel birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî civiyan. Her li vê hevdîtinê de kar û çalakî û projeyên alîkariyên mirovî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li 19 salên derbasbûyî de hatin agahdar kirin û endamên şandê wan çalakiyên berê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatine kirin bilind nirxandi.
Şanda rêxistina Komciwan ji (45) kesan pêkhatibûn ku hemû endamên rêxistina navbihurî û Kurdên nîştecihê welatê Almanya bûn. Ji bilî li çend endamên wan ku bi reçelek xelkê çend welatên cûda bûn.
Rêxistina Komciwan yek ji wan rêxistina ye ku berê karê pêkveyî û projeyên hevbeşên alîkariyên mirovî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî encam daye, bi taybetî di dema karesatên erdheja li Tirkiye û Sûriyê de wan hevkariyeke ber bi çav hebû.





