Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi amadebûna çendîn kesayetiyên olî û akademî û berpirsên hikûmî û îdarî, avahiya nû ya kolêja zanistên îslamî li Tikrîtê vekir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, piştî wê yekê ku dirustkirina avahiya kolêja zanistên îslamî bi hevbeşî li gel Komeleya Hawarçûna Kuweyt li Tikrîtê temamkir, li rêkefta 03/10/2024 bi amadebûna birêzan, Îsmaîl Abdulezîz Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Serokê Zanîngeha Tikrît (We’ed Mehmûd Reuf) û Ragirê Kolêja Zanistên Îslamî (Enwer Faris) û çendîn kesayetiyên olî û akademî û berpirsên hikûmî û îdarî, avahiya nû ya kolêja zanistên îslamî li Tikrîtê vekir.
Ew avahî li çendîn holên xwendin û nivîsîngeh û taqîgeh û pirtûkxane pêktê. Têçûya projeyê birê 1.376.798 dolar buye û li ser rûberê 3.480 metir du ca hatiye dirust kirin.








