Rêwresma Platforma Hîwa û Girnijîn li Hewlêra paytext birêveçû, kilîla 540 yekîneyên nîştecîbûnê ji aliyê rêzdar Mesrûr Barzanî ve bi malbatên serbilindên şehîdan hate pêşkêş kirin. Heman demê de zarokên tûşbûyê Talasîmya, Otîzm, nexweşiyên çareserkiriyên li derveyê welat, zarokên xwediyê pêdiviyên taybet û zarokên azîzê yekemê xwendingehan li vê rêwresmê da beşdar bûn û hatin xelat kirin.
Bi amadebûna rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hejmarek ji berpirsên hikûmî û îdarî û çalakvanên medenî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rêkefta 13.10.2024 li rêwresmeke taybetî bi navê (Platforma Hîwa û Girnijîn) li Hewlêra paytext birêvebir. Li vê rêwresmê da hejmarek ji zarokên derçûyê Navenda Îmaratî ya Otîzmê ku piştî şiyandina wan tevlî bi xwendingehên asayî hatibûn kirin beşdar bûn. Her wiha hejmarek ji zarokên tûşbûyê Talasîmya û beşek ji zarokên ku ji ber nexweşiya zikmakî neştergeriyê dil ji bo wan hatibûn encam dan û hejmarek ji zarokên xwedî pêdiviyên taybet ku li projeya kursa livîn (Wilcher) sûdmend bûn, li vê rêwresmê da beşdar bûn. Hejmarek ji zarokên azîz (sêwî) jî ku xwendekarin û bi konimreya zêde bilind derketibûn û yekemê xwendingehan bûn, beşdariya rêwresmê bûn û xelata taybet pêşkêşî wan hate kirin.
Beşa duyema vê rêwresmê, çalakiyeke mezin bû ji bo xizmetkirina malbatên serbilindên wan şehîdan ku li şerê dijî Da’îş û berevaniya li ax û kiyana Kurdistanê de şehîd bûn. Kilîla 540 yekîneyên nîştecîbûnê ji aliyê rêzdar Mesrûr Barzanî ve bi malbatên serbilindên şehîdan hate pêşkêş kirin.

Rêzdar Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li vê rêwresmê da gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê ku: “Birêveçûna rêwresmê li ser rasparde, ferman û şîretên Serok Barzanî bûye û cenabê wan herdem xwe bi qerzdarê malbatên serbilindê şehîdan dizanê”, got: “Em hemû xelkê Kurdistanê, xwe bi qerzdarê we yên birêz û xweşdivî (Malbatên serbilindên şehîdan) dizanîn. Xizmetkirina we, ji bo me erke û şanaziye”.
Rêzdar Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li berdewamiya gotara xwe de di derbarê pêşkêşkirina 540 yekîneyên nîştecîhbûnê bi malbatên serbilindên şehîdan, got: “Erkeke zêde biçûke li beranber wê qurbaniya we ji bo gel û welatê xwe daye. Hîç tiştek nikarê qerebûya qurbaniya we bike, eger xweda ji bo xwe, çawa we yên serbilind kiriye li vê dinyayê, padaşta we li wê dinyayê jî bide înşaellah.” Ewe jî dûpat kir: “Her çi bikîn ji bo malbatên serbilindên şehîdan, her kême û mixabin ji ber rewşa navxweyî û navçeyê, dibe ku me nekaribe wekî pêwîst li xizmeta we yên birêz û xweşdivî bîn, her çende xizmetkirina malbatên serbilindên şehîdan, erkê me yê pêşîn ya Hikûmetê bûye û yê take takê me bûye, yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî bûye”. Got: “Me hewl daye ewê bi me bê kirin ji bo hêsankirina debara jiyana welatiyan bi taybetî malbatên serbilindên şehîdan, bîkîn, wekî dabînkirina hêsankarî û pêdiviyên tendirustiyê ji bo wan kesên ku pêwîstiya wan pê heye, yan jî dabînkirina hela xwendinê ji bo zarokên serbilindên şehîdan”.

Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li vê rêwresmê da ji bilî bixêrhatina amadebûyan, balkişand li ser wê yekê ku “Roj bi roj baweriyeke zêdetir li navbera welatiyên Kurdistanê û sermayedaran û rêxistinên navdewletî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dirust dibê û wekî pirek temaşa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tê kirin ku herdem li xizmeta welatiyan da bê û li her cîhek pêwîst bê, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşmergeyên wêrek li wan cihan amade bin û wê gotina cenabê Barzaniyê Nemir bi cîbînin ku kerem kiriye: Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê. Heman demê de got: “Du sal berî niha cenabê Serok Wezîr ji me re got ku cenabê Serok Barzanî yek ji hêviyên wî eweye ku hîç malbateke şehîd nebê ku yekîneyê nîştecîhbûnê wekî diyariyekî biçûk pê neyê dayîn. Me li jêr serpereştiya cenabê wan destpêkir û heta niha bi îro ve 968 yekîneyên nîştecîbûnê hatine amade kirin. Beşek ji wan li rêwresmeke taybetî li Dihok û beşeke din jî îro têne pêşkêş kirin”. Her wiha got: “Cenabê Serok Barzanî pê xweş nîne ku navê wî li babeta hevkariyan de hebê, lê belê piştevan bûye li vê projeya ku temam bûye û îro pêşkêşî we yên xweşdivî dikîn.
Birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez li wê yekê kir ku hemû projeyên xizmetkirinê bi zarokên nexweş û azîz û xwediyê pêdiviyên taybet bi piştevanî û raspardeya cenabê Mesrûr Barzanî bûne. Ewe jî xisterû ku her kesek piştevanê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya alîkariyên mirovî kiribe, hemû hevkariyên wan hatine tomar kirin û destnîşan kirin ku çawa û li ku ji bo lêqewimiyan û hejaran hatine dabeş kirin. Ewe jî bi sedemek bi nav kir ku baweriyeke bihêz li navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bexşerên Kurdistanê û alîkarîbexşên navdewletî dirust kiriye. Heman demê de got: “Iraq niha li derveyê lîsta hevkariyên rêxistinên navdewletiyane lê belê tenê îsal da zêdetirê 27 milyar dînar li rêya rêxistinên navdewletiyan ve bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo encamdana projeyên cûr bi cûr hatine pêşkêş kirin”.
Birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li beşa dawî ya gotara xwe da mizgîniya ewe bi malbatên serbilindên şehîdan da ku li jêr rasparde û şîretên cenabê Serok Barzanî û bi piştevaniya rêzdar Serokê Desteya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, projeya dabînkirina yekîneyên nîştecîbûnê ji bo malbatên serbilindên şehîdan berdewam dibe.









