Li jêr çavdêriya rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, berdê bingeha projeya (BCF City) li bajaroka Quştepe hate danîn.
Li jêr çavdêriya rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bi amadebûna birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê û Sasan Ewnî Wezîrê Bajarvanî û Geştuguzar û Bijar Mela Xidir Qaymeqamê Bajaroka Quştepe û hejmarek ji berpirsên Îdarî û hikûmî û çalakvanên medenî û mamostayên olî û bexşeran û xêrxwazên Kurdistanê li rêkefta 19.10.2024 rêwresma bi cîhkirina projeya (BCF City) ya ji bo xelkê hejar û kêmdahatê nîştecihê bajaroka Quştepe li tixûbê parêzgeha Hewlêrê ku 180 xaniyan ji bo xelkê hejar û kêmdahat li xwe digre ji bo nîştecihan birêve bir.
Li destpêka rêwresmê da, Birêz Bijar Mela Xidir Qaymeqamê Bajaroka Quştepe, gotarek pêşkêş kir û ji bilî bixêrhatina mîhvanan, behsa bîrokeya dirustkirina taxa nû ya li qezaya Quştepe kir û balkişand li ser wê yekê ku li wê tixûbê çendîn malbatên li asta xwar hêla hejariyê de dijîn û xwediyê pêdiviyên taybetin û pêwîste bi ciddî li wan bê temaşekirin. Heman demê de spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û xwediyê karên tixûbê kir û wê yekê xiste rû ku li sala derbasbûyî zêdetirê 4.000 kes ji wergirtina hevkariya xorekî û nexorekî sûdmend bûn. Heman demê de got: “Cenabê kak Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gelek piştevanê me bû. Bi taybetî ku encamdana projeyekî bi vî awayî gelek hêsan nebû”. Behsa ewe jî kir ku birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî roleke ber bi çav li zêdekirina alîkarbexşan ya ji bo bi cîhkirina vê projeyê hebû û bi hemû awayekê piştevaniya me kir.
Paşê birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, li gotarek de tîşk xiste li ser wê yekê ku li ser nêrîna cenabê Serok Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, xizmetgihandina hikûmetê li hemû kertên cûda de bûye û serdana Quştepe kiriye û komek projeyên girîng ji bo bi qezabûna Quştepe pejirandiye. Heman demê de tekez li wê yekê kir ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya wê gotina bi nirxa Generalê Mezin, Serokê me yê ruhî û neteweyî Mistefa Barzanî, ku kerem kiriye: (Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê), ji ber ronahiya wê nêrînê li hemû kertan de roleke girîng li xwe dîtiye. Got: “Girifta nîştecîhbûnê, yek ji ewlewiyata kabîneya nehema Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî cihê girîng û terkîza cenabê Serok Wezîran bûye”. Ewe jî xisterû ku projeya mezintir li planê da heye û Desteya Veberhênanê piştevaniyeke serekîne û Wezareta Bajarvaniyê hemû hêsankariyek ji bo wê dike”. Balkişand li ser wê yekê ku li çend rojên derbasbûyî, kilîla 540 yekîneyên nîştecîhbûnê ji aliyê rêzdar Mesrûr Barzanî bi malbatên serbilindê şehîdan hatiye pêşkêş kirin.
Birêz Sasan Ewnî Wezîrê Bajarvanî û Geştuguzariyê li gotara xwe de, xweşhaliya xwe li wê yekê derbirî ku li rêwresma destkeftekî din ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo xizmetkirina xelkê hejar û kêmdahat de beşdare û heman demê de got: “Dirustkirina 60 xaniyan ji bo xelkê kêmderametên vê tixûbê, ji aliyê komek bexşer û sermayedar û karsazan ve cihê destxweşiyê ye”, hêvî jî xwest li hemû bajar û bajarok û tixûbê hemû parêzgehan wekî vê projeyê bêne kirin.
Ewe jî xiste rû ku zeviyek bi rûberê 35 hezar metir duca ji bo vê projeyê hatiye terxan kirin û 180 xanî li ser tê avakirin. Ji bilî destxweşiya li xêrmendan palpiştê vê projeyê, xwazyar bû, karsaz û sermayedarên din jî li alîkariyên bi vî awayî de beşdar bibin.
Li beşa dawiya rêwresmê da, birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, piştî bi xêrhatina “mîhvanên qedirgiran”, bi navê hemû amadebûyan ve spasî taybetî xêrxwaz û sermayedarên Kurdistanê kir, tekez jî li wê yekê kir ku li civaka Kurdistanê kultûreke mezina bexşîn û karên başiyê heye û got: “Gelek bi rastgoyî dibêjîn li hîç cîheke cîhanê me nedîtiye ewê ku li Kurdistanê xelkê xêrxwazê me dikin, li cîheke din de ji bo alîkariya însanî bêne encamdan”. Rola Hewlêr û Hewlêriyan jî bi taybetî li wî warî da gelek bilind nirxand û got: “Em perwerdeyê rêbazekîne başiyê û qenciyê ji bîr nakîn”.



