Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi fermî beşdariya korbenda BBF ya li Almanya hate vexwendin û li vê forumê de bi hurî behsa rewşa mirovî ya li Herêma Kurdistanê dike.
Korbenda karê sala 2024 ya BBF li bajarê Friedrichshain li Almanya li rêkefta 22.10.2024 birêve çû. 700 kesayetiyên siyasî û îdarî û hikûmî û hejmarek ji Parlementer li wê korbendê da beşdar bûn ku 14 platforman li xwe girtibû. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yek ji aliyên beşdarbûyî ya korbendê bû ku bi fermî ji bo wê korbendê hatibû vexwendin.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, panelek ji bo wî hatibû destnîşan kirin ku têda bi hurî behsa rewşa mirovî li Herêma Kurdistanê kir. Her li vî derbarî de li axaftinek de ji bo Kurdistan TV (Li cihê korbendê) balkişand li ser wê yekê ku “Misdaqiyetek li navbera her dû aliyên (BBF û BCF ) hatiye dirust kirin, hevkariya wan ji bo Kurdistanê û bi taybetî ji bo koçber û penaberan bi hurî hatin guftûgokirin. Tekez li wê yekê jî kir ku heta niha nêzîkî yek milyon û nîv ji xelkê koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê dijîn û eger Kurdistan nebê, wê demê lehiya penaberan ji bo welatên Ewrupa gelek zêdetir dibe. Behsa ewe jî kir ku ji ber rewşa navçeyê egera wê yekê heye, hejmara koçber û penaberan zêdetir bibe.
Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi serpereştiya birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û li gel birêzan Awat Mistefa Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Ewrûpa, Karzan Nurî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Sîtav Aso Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Şêro Simo Karbirêkerê Nivîsîngeha Şingalê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana welatê Almanyayê kirin.
Şandê li yekem wêstgeha serdana xwe li rêkefta 22.10.2024 beşdariya korbenda karê Bodêns li welatê Almanya kirin.






