Berpirsê Dosyeya Efrînê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, amarê kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li şeş mehê derbasbûyî li Efrîn û dewrubera wê dixerû. Balkişand li ser wê yekê ku tîma gerokiya pizîşkî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tenê li dema şeş mehan de serdana 110 gundan kiriye û pişkinînê ji bo 4.620 nexweşan encam daye û çareseriyê ji bo wan dabîn kirine û hevkariya xorekî û nexorekî jî bi 695 malbatên li tixûbê Efrînê re pêşkêş kirine.
Birêz Rewac Hacî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Berpirsê Dosye ya Efrîn, ji bo malpera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, amarên kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li şeş mehên derbasbûyî ya li Efrîn û dewrubera wê xisterû. Wekî behs kir li şeş mehan da bi giştî alîkariya mirovî û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrîn û dewrubera wê 805 malbatan (4.988) kes sûdmend bûn.
Berpirsê Dosyeya Efrînê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê ku navenda Barzanî ya rewşenbîrî û geşepêdanê li Efrînê, li rêkefta 07.01.2023 hatiye damezrandin û heta niha li vekirina xûla pîşeyî û perwerdeyî ya fêrxwazan (li temenên cûda cûda) berdewame û li şeş mehan de du xûlên demdirêj yên zimanê Îngilîzî hatine vekirin. Xûla yekem ya çar mehan berdewam bû ku 8 keç û 3 kur têda beşdar bûn, xûla duyem jî li rêkefta 24.10.2024 hate vekirin û heta niha jî berdewame û 22 keç û 8 kur têda beşdarin. Her wiha got: “Navenda Barzanî ya rewşenbîrî û geşepêdanê li Efrînê bi hemahengî li gel birêveberiya perwerdeya Efrîn li rêkefta 18.04.2024 xûla zimanê Kurdî li sê asta xwendinê vekiriye û 113 kes (63 keç û 50 kur) jê sûdmend bûn. Li wê jimareyê 76 xwendekar bawernameyê wergirtine û 37 kes jî niha mijûlî temamkirina xûlanin. Her li vê navendên de dehan xûlên pîşeyî, hunerî û perwerdehî ji bo fêrxwazan hatine vekirin”. Behsa ewe jî kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjahiya xizmetkirina projeya azîzan (zarokên sêwî), bexçeyekî zarokên azîz li bîhnvedana havînê de vekiriye ku 22 zarokên azîz li Efrînê û Cindirês jê sûdmend bûn. Li wê bexçeyê de zarokên azîz bi pîtên zimanê Kurdî û sembolên Kurdistanê (Ala Kurdistanê, Barzaniyê Nemir û Zimanê Kurdî) têne fêr kirin. Li warê hevkariya nextîne jî 192 zarokên azîz (95 keç û 97 kur) sûdmend bûn ku ji cihên cûda cûda û bi vî awayî bûye: Li Efrînê 23, Cindirês 54, Şeran 17, Mabeta 46, Raco 15, Bilbil 18 û Şiyê 19 zarokên azîz sûdmend bûn. Ewe jî xisterû ku tîmên gerokî pizîşkî ya ser bi nivîsîngeha Efrînê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li rêkefta 20.01.2024 dest bi gihandina xizmetguzariyên tendirustî û çareseriya pizîşkî ya xelkê gundên tixûbê Efrînê kiriye. Ev proje 366 rojan berdewam dibê û tenê li şeş mehan da serdana 110 gundan kiriye û pişkinînê ji bo 4.620 nexweşan encam daye û çareseriyê ji bo wan dabîn kirine, proje jî heta niha berdewame û rojane serdana gundan dikin.
Birêz Rewac Hacî li dawiya axaftina xwe de ragihand: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrîn û dewrubera wê li pêşkêşkirina hevkariya xorekî û nexorekî bi xelkê niyazmend berdewame û tenê li şeş mehan ji bilî wê yekê li Efrînê zêdetirê 110 malbat sepetên xorek û kelupelên navmalê wergirtine. Her li vê kertê de û bi mebesta palpiştîkirina vegeriyane xelkê koçberan ji bo warên xwe, hevkariyên xorekî û nexorekî bi 695 malbatên vegeriyayî yên li tixûbê Efrînê de pêşkêş kirine.






