Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariya Dîdara Navdewletiya SPHERE kir

Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser vexwendineke fermî ya Federasyona Navdewletiya Heyva Sor û Xaça Sora Navdewletî, li rojên 13 û 14 û 15.11.2024 beşdariya forum û dîdara navdewletiya SPHERE li welatê Tirkiye kir.
Dîdara Navdewletiya SPHERE îsal (2024) bi hevkariya Heyva Sora Tirkî û bi serpereştiya Federasyonaî Navdewletiya Heyva Sor û Xaça Sora Navdewletî bi beşdariya 70 pîspor û rahênerên warê mirovî li 39 welatên cîhanê dest bi karên xwe kir.
Endamên Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêzdaran Awat Mistefa û Karzan Nûrî li vê forumê de beşdar bûn.
Birêz Awat Mistefa li panela xwe da behsa kar û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hemû kertan de kir û tîşk xiste li ser rewşa mirovî ya li Herêma Kurdistan û Iraqê û tekez li wê yekê kir ku ruhiyeta mirovdostiya Kurdistaniyan bi taybetî li warê li ‌xwegirtina koçber û penaberan û ew berbestên li vê rêyê ve hatine pêş gelek bilind bûne. Ewe jî dûpat kir ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bi cîhkirina standardên miroviyan li birêvebirina wargehan li gel koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê de gelek serkeftî bûye”.
Her di derbarê forumê birêz Karzan Nûrî ragihand: “Şeş sale Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nûnerê damezraweya SPHERE li Herêma Kurdistanê ku pêkhatiye ji peymannameya mirovî û bi deng ve çûna miroviyane”, Her wiha got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî herdem li gihandina hevkariyan xwe li gel standardên cîhanî guncandiye û jêrxaneke mirovî ya mezin ji bo Herêma Kurdistanê ava kiriye”‌. Ewe jî xisterû ku “pertûka SPHERE” li ser erkê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wergêrandiye ser zimanê Kurdî û xwendevan û bi karberên alîkariya mirovî li Kurdistanê han daye û bi wê pêverê miroviyane nasand.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest